Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Marie Jego, Le Monde: 2021 ji bo Erdogan sala hemû xetereyan e 08.01.2021

 

LE MONDE LI SER AQÛBETA MUHTEMEL A ERDOGAN NIVÎSÎ
MARIE JEGO: 2021, JI BO ERDOGAN SALA HEMÛ XETEREYAN E

2021, sala tehlûkeyan gişan ji bo Erdogan

Ev sernivîsa analîzeke rojnameya Le Mondê ya der bar barê aqûbeta muhtemel a şerfê rejîma tirk de ye

Xitimîna aborî û buhrana tenduristiyê derbeyeke mezin li popularîteya serokomarê tirk xist.

Di qada navneteweyî de ew bi gefên ambargoyên ewrûpî û helwestên kêmtir xweşbîn ên rêveberiya Biden re rû bi rû ye.

2021 ji bo Erdogan sala xetereyan e. Tevî qiyafetên wî yên şefîtiya qurre ya leşkerî jî, tevî serketina dronên wî yên li Sûriye, Lîbya û Qerebaxê jî, Erdogan êdî di kuçeyekî kor de ye. Ew siyaseten li hundir berejêr diçe, li qada navneteweyî jî tecrîdkirî ye.

Başe ewê ji niha û şûn ve çawa pêl pişkoka sêhrê bike ji bo hilbijêrên ku êdî xwe ji sêhra wî rizgar kirine? Gelo ewê karibe careke din baweriya pênemayî bide mutefîkên xwe yên berê? Hem li Waşîngtonê hem jî li Brukselê xweşbîniya berê êdî ne mijara gotinê ye:

Kongreya amerîkî meha borî ji bo bersivê bide kirîna sîstema dij balafiran S-400 ji Rûsyayê, li dijî Tirkiyê ambargo xistin dewrê. Yekîtiya ewrûpî jî diyar kir ku ew amade ye li dijî dewleta tirk bikeve nava liv û tevgerê eger ew li rojhilatê Derya Spî provokasyonên xwe bidomîne.

Li nava NATOyê jî ba di elehiyê Tirkiyê de zîvirî. Tevgera xirab a Enqerê civîna 3yê kanûnê ya NATOyê adeta provoke kir. Wezîrê karê derve yê amerîkî Mike Pompeo siyaseta tirk a fersendbaz şermezar kir û ji Erdogan xwest vegere cem hevalbendên xwe. Pompeo, ji hemkarê xwe yê tirk Çavusoglu re got Tirkiye divê leşkerên xwe yên kirêkirî yên li Sûriyê neşandibana Lîbya û Qerebaxê.

Li gorî pisporê jeosiyasetê Jean Sylvestre Mongreniye, ev pevçûn îşareteke girîng e. Sebra mutefîkan êdî nemaye. Li Waşîngtonê hem demokrat hem jî komarger difikrin ku êdî lihevkirina bi Edogan re ne mumkun e û divê weke berê tolerans nîşanî wî neyê dayîn. Feraset guheriye. Divê Tirkiye ji aliyê stratejîk ve êdî biryara xwe bide.Ew xwe weke revîzyonîst ferz dike.

Dostên herî nêz ên Tirkiyê jî êdî li ser xeteke sert in. Nûnerê berê yê taybet ê amerîkî yê Sûriyê, James Jeffrey dibêje: Heta ku hûn darê tirsê nîşanî Erdogan nedin, ew bi paş ve gav navêje. Ciyê Erdogan lê valahiyekê bibîne, xwe davêje ser. Wekî din, ew zêde qeba ye. Kes nizane ewê kengê çi bike û ew çareseriyeke li ser berjewendiyên du aliyan jî qebûl nake. Lê belê dema ew demekê pir ketibû tengasiyê, min pê re muzakere kir. Ew hingê dibe aktorekî rasyonel.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv