Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Çile bû meha şehîdên jin 08.01.2021

 

SALVEGERA KOMKUJIYA PARÎSÊ
KCK: ÇILE BÛ MEHA ŞEHÎDÊN JIN

Sibe salvegera Komkujiya Parîsê ye.

Bi rasthatina rojê, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da.

Hevserokatiyê pêşî şehîdên komkujiyê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anî û wiha got:

Di şexê şehîdên Parîs û berxwedana Silopyayê de, tevgera azadiya Kurdistanê wê daxwaza hemû şehîdan a avakirina Kurdistaneke azad bicih bîne. Sala 2021’an bi pêşengiya jin Kurd wê têkoşîna azadî û demokrasiyê biser bixe.

Bi komkujiya Parîsê re, êdî Çile bû meha şehîdên jin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber bi bîr xist ku komkujiya Parîsê ji aliyê endamên Mît’ê yên girêdayî Erdogan ve hatiye kirine û wiha dewam kir:

Yê fermana komkujiyê da, Erdogan bixwe ye. Li welatekî Yekîtiya Ewrûpayê eşkere sûcekî mezin kir. Li gel vê yekê xemsariya Fransayê jî rê li ber komkujiyê vekir. Lewma ji ewlekariya van hersê jinên şoreşger, hukûmeta Fransa berpirsiyar bû.

Ji ber vê çendê, eger Fransa xwe weke dewleta huqûqê binav dike, lazime berpirsên komkujiyê dadgeh bike. Hukûmeta Fransa û raya giştî ya li vî welatî baş dizanin ku komkujiya Parîsê bi fermana rêjîma Tirk hatiye kirin.

Ji helwesta 7 salên derbasbûyî eşkere bû ku wê gelê Kurd ti carî dest ji ronîkirina komkujiyê bernede û zextên xwe li ser hukûmeta Fransayê dewam bike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniyek de behsa kesayeta Sakîna Cansiz jî kir û wiha got:

Hevrê Sakîne yek ji damezrînerên PKK’ê bû. Bi keda wê ya mezin PKK’ê veguherî partiya jinê.
Ji ber vê çendê Rêber Apo wiha goitbû:

Guleya li Sakîne ketî, li min jî ketiye. Ji ber ku Sakîne rêbera tevgera azadiya jinê bû.
Li hemberî vê rastiyê, erka hukûmeta Fransayê ew e ku hesabê ji kujeran bipirse.

Hevserokatiya Konseya Rêveber behsa mirna bi goman a kujer Omer Guney jî kir:

Di vê bûyerê de, an berpirsiyariya rêxistina îstîxbarat Fransa, an jî ya Mît’a Tirk eşkere ye. Tê zanîn ku ji ber kuştina 3 jinên Kurd ên şoreşger, wê Fransa Tirkiyê bihatana pêşberî hev. Dibe ku Fransa ne xwedî wê îradeya rû bi rûmayê rastiyê komkujiyê bû. Ji ber vê çavên xwe li kuştina Omer Guney girtin.

Bi vî awayî Fransa hewl da bi ser komkujiyê de bigre û xwe xist rewşa hevkariyê.

Hvserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ragihand ku bi qasî gelê Kurd, erka hesabpirsîna komkujiya Parîsê dikeve ser milê hemû jinên têkoşer ên cîhanê û ev peyam da:

Divê 9’ê Çile li Parîsê bibe roja bilindkirina têkoşîna azadiya jinê. Ev erka hemû jinan e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv