Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji pênûsê Zekî Bedran nivîsa ‘PDK û pêşmergeyên Roj’ 08.01.2021

 

ZEKÎ BEDRAN / RONAHÎ
PDK Û “PÊŞMERGEYÊN ROJ”

Dewleta Tirk PDK gav bi gav kişand nava şerê navxweyî yê Kurdan. PDK, li şûna ku li hemberî vê bibe xwedî helwest, hêviya xwe bi dijmin ve girê da û perçiqandina tevgerên Kurdî yên j bo xwe dijber dibîne. kiriye armanc.

Her tiştî ji bo desthilatdariyê dikin. Li şûna ku hebûna partiyên din û cudabûna wan qebûl bikin, dixebitin bê ka wê çawa wan tesfiye bikin.

Piştgiriya gerîla li aliyekî, dixebitin ka wê çawa wan bixin tengiyê. Weke din bi navê “Pêşmergeyên Roj” çîrokek derxistin. Qaşo ev hêz, hêza Rojava ye û diviya bişînin Rojava. Dîsa qaşo girêdayî ENKSê bûn. ENKSyî nikarin zikê xwe têr bikin. Yên wan perwerde û finanse dikin PDK û dewleta Tirk bixwe ne.

Weke din ti têkiliya wan bi Rojava re nîne. Ne guleyek berdana DAIŞê û ne jî dagirkerên Tirk. Ji bo hin aliyan bûne leşkerên bi perê ku wan ji xwe re bi kar bînin. PDK ciyê dixwaze wan dibe û bi kar tîne. Çawa dewleta Tirk bermahiyên DAIŞ û El Nusra li hemberî Kurdan û welatên din bi kar tîne, PDK jî “Pêşmergeyên Roj” wisa bi kar tîne. Navê wan kirine pêşmerge, lê ti têkiliya wan bi wî navî re nîne. Di nava wan de yên welatparêz ji Rojava hebin, dikarin vegerin û xizmeta gel bikin. Ti kesî pêşiya wan negirtiye. Lê ji bo ku li Rojava şerê navxweyî derxin hatine birêxistinkirin. Gel destûra vê yekê nade. Di perwerdekirina van kesan de têkildarî dagirkeriya Tirk wan zana nakin. Di tevahiya perwerdeya wan de, QSD, YPG û PYD’ê weke xerab nîşan didin. Dixwazin wan bikin dijminê van hêzên şoreşê. Êdî dem hatiye ku gelê Kurd û partiyên Kurdan li hemberî van hewldanên PDKê bibin xwedî helwesteke bi bandor.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv