Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji pênûsê Mihemed Seydî nivîsa ‘ENKS’ê xwe xistiye bazarê’ 08.01.2021

 

MIHEMED SEYDÎ / WELAT
ENKS’Ê XWE XISTIYE BAZARÊ

Salan 2020’an Fermandarê HSD’ê Mezlûm Ebdî ji bo ku ENKS’ê ji eniya dijkurd derbixe û bîne bixe nava xebatên avakirina statûya rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê, înîsiyatîfa yekhelwestiyê da destpêkirin. Partiyên PYNK û ENKS’ê hatin ser masê û hin gav hatin avêtin.

Her ku fermandarê HSD’ê hewlek dida û digot hevdîtin erênî derbas dibin, ENKS’ê berê xwe dida cihekî û li gel rayedarên wê dewletê yan jî eniyê diciviya û fotoyên xwe parve dikirin û navê wê jî dike siyaset.

Li gel Çawişoglo yê tirk civiyan û şertên xwe li hember yekrêziyê zêde kirin. Li Rojava hatin eniyeke nû ava kirin û dîsa berê xwe dan Tirkiyeyê û gotin em çûne xwe bi wan bidin naskirin. Û ji wir jî paşê çûn Rûsyayê. Çûn Efrînê destxweşiya çeteyên ku kurd dan koçberkirin û darên Efrînê ji kokê ve hilkişandin kirin. Berê xwe dan Rûsya û xwestin zextê li rêveberiya xweser bikin.

Ev hemû li nava 2020’an de derket holê. Bi destpêkirina salê re fermandarê HSD’ê bi daxuyaniyekê got ku ew hêvî dikin sala nû bibe ya başkirina rêveberiyê û sala ku tê de hilbijartin pêk werin. Li ser vê yekê ENKS’ê ya ku her car li dijî rêveberiya xweser derdiket û digot ew nûnertiya gel nake, vê carê jî got em hilbijartinan jî qebûl nakin. Çima qebûl nakin? Dibêjin ji ber ku rewş ne aram e. Û nabe ku hilbijartin pêk werin.

ENKS’ê ji sedemên ku naxwaze hilbijartin pêk werin; dewleta tirk fermana vê daye û ew li pêy vê yekê ye. ji ber ku pêkanîna hilbijartinan hêza rêveberiyê bi cîhanê dide naskirin ka çawa nava rewşeke aloz a li herêmê dikare rêxistinbûnê ava bike. Ya din jî ew e ku rê li plana ENKS’ê ya ku dibêje fiftî-fiftî tê girtin û li aliyê din hincetên wê yên reşkirina rêveberiya xweser ji holê nahêle. Ya sêyem jî bi hilbijartinan êdî rûyê ENKS’ê yê rast derdikeve ka çawa di hemû tevgera xwe de tênê li pê ye ku rêveberiyê qels bike û ji her derê ku ji vê reşkirinê û qelskirinê sûd digirin, tişt bi dest bixe.

Li her derî dike û li her derê xwe dixe bazarê. Yê li nava her bazarê cihê xwe bigire jî ew ê çi qîmeta wê nebe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv