KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
LI RUSYA, SWÎSRE Û SILÊMANIYÊ HATE PROTESTOKIRIN
Bi pêngava Dem Dema Azadiyê ye gelê kurd li welêt û derveyî welêt di nava çalakiyan de ne.
Bi dehan kes li dijî koploya 15’ê Sibatê li qadan e.
Ciwan li Krasnodara Rûsyayê bi gotina “Em ê li dora Rêbertiya xwe bibin xeleqeke ji agir. Heta ku Rêber Apo azad nebe, tu Kurd wê azad nebin.” çalakiyek li darxistin.
Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn li bajarê Aaraûyê ê Swîsrê komploya navnetewî hate protestokirin.
Meclîsa Jinê di çalakiyê de diyarkir ku bi paradîgmaya azadiyê ya ku Rêber Apo di şert û mercên herî giran ên tecrîdê de afirandiye ev komplo hatiye pûçkirin.
Li dijî hişmendiya komploya navneteweyî li Silêmaniyê jî semînerek hate dayin.
Semîner bi pêşengiya Komîteya Ji Ocalan re Azadî li bajaroka Bazyan pêk hat.
Di semînerê de Nivîskar û Rojnameger Hesen Cudî axivî û balkişand ser radestkirina Rêber Apo.
Semînera ku bi dehan kes başdar bû peyama xwedî derketina doza azadiya Kurdistanê hate dayin û hate gotin ew ê li diî hêzên hegomenîk ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo di tevgerê de bin.