LI ŞENGALÊ CIWANAN ASTENGÎ QEBUL NEKIRIN
CIWANAN BI GUHERTINA RÊBAZA ÇALAKIYA XWE HÊZÊN IRAQÊ VALA DERXISTIN
Bi armaca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Şengalê meşek hate lidarxistin.
Meş di pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Jinên Ciwan ên Êzidî de pêk hat.
Ji gelek navçe û gundên Şengalê ciwan ji bo tevlî meşa dirêj bibin li bajarokê Borik li hev civiyan.
Paşê meşa ciwanan bi beşdariya dehan ciwanên Ereb jî ber bi Xanesorê ve destpêkir.
Lê hêzên hikûmeta Iraqê li ser rêya Komelgeha Dihla pêşî li ciwanan girtin.
Ciwanan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û xwestin meşa xwe bidomînin.
Tevî hemû hewildanan jî astengî dewam kirin û rê nehat vekirin.
Li ser vê ciwanan meşa xwe veguherandin konvoya wesaîtan.
Bi dehan ciwan li wesaîtan siwarbûn û gund bi gund geriyan.
Herî dawî ciwan gihîştin Dugurê û li ber avahiya meclîsa gel daxuyaniyek dan.