Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komploya 15’ê Sibatê li Pirsûsê hate şermezar kirin

 

KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
LI PIRSÛSÊ HATE ŞERMAZAR KIRIN

Bi armanca şermazarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li avahiya HDP’a navçeya Pirsûsê civîna gel hat lidarxistin.

Di civînê de parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Endamê Meclîsa HDP’ê Metîn Ozbadem, dayikên aşitiyê û rêvebirên saziyan amade bûn.

Di destpêka civînê de hevserokê rêxistina HDP’a Rîhayê Ziya Çalişkan axivî.

Ziya Çalişkan di axaftina xwe de îşaret bi tecrîda Îmraliyê kir û got: ”Bi tecrîdê dixwazin komployê nûjen bikin”.

Ji rêvebirên HDP’ê Metîn Ozbadem jî di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê.

“Birêz Ocalan di bin tecrîdeke giran de tê girtin. Ne parêzer û ne jî malbata wî agahî jê nagrin.

Ev jî dide xuyakirin ku bi vê tecrîdê komploya 15’ê Sibatê hîn di dewrê de ye.”

Parlamentera Rihayê Ayşe Surucu jî axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê.

Ayşe Surucu îşaret bi girîngiya azadiya Rêber Apo kir. Piştî axaftinan kesên ku beşdarî civînê bûne têkildarî komploya navneteweyî nêrînên3 xwe anîn ziman û komplo şermezar kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv