HÊRSA GELÊ KURD WEK ROJA YEKEMÎN BÛ!
KOMKUJIYA PARÎSÊ BI ÇALAKIYÊN GIRSEYÎ HATIN PROTESTO KIRIN
9.Salvegera komkujiya Parîsê li gelek navendên Ewrupayê çalakiyên cuda hatin protesto kirin.
Li paytexta Elmanya Berlînê meşeke girseyî hat lidarxistin.
Bi hezaran kes kurdistanî û dostên xwe beşdarî meşê bun.
Di axaftinan de hat gotin, ew ê heya dawiyê têkoşîna hersê jinên şoreşger bişopînin.
Li bajarê Hambrugê jî şehîdên komkujiya Parîsê hatin bibîranîn.
Biranînek jî li bajarê Cenevra Swîsre bebu.
Li paytexta Danimaarka Kopenhagen kurdistanî li qadan bun.
Çalakgeran banga ronîkirin û dadgehkirina kujerên komkujiya Parîsê kirin.
Bi heman armancê çalakiyek li paytexta Fîlendiya Helsînkê pêk hat.
Li paytexta Swêd Stockholm jî Her sê jinên şoreşger hatin bîranîn.
Biranîn ji aliyê Meclîsa Jinan a Amara û Rêxistinên Jinan ên Rojhilatê Kurdistanê ve hat organize kirin.
Di bîranînê de siyasetmedara Kurd Şukran Sincar axivî û wiha got;
Heta dawiyê em ê hesabên van komkujiyana bipirsin.
Piştre, Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad axivî û got; di şexsê 3 jinên Kurd de têkoşîna jinan hate hedef girtin.
Li paytexta Norvec Osloyê jî komkojiya parîsê hat protesto kirin.
Çalakî li pêşiya Konsolxaneya Fransa pêk hat.
Çalakgeran bang li Fransayê kirin ku komkujiy eşkere bike.
Li paytexta Ermenistan Erivan û li bajarê Kenda Toronto jî her sê jinên Şoreşger Sara,Rojbîn û ronahî harin bîranîn.