Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Aysel Avesta: ‘Em ê efû nekin, em ê ji bîr nekin’

 

‘EM Ê EFÛ NEKIN, EM Ê JI BÎR NEKIN’
AYSEL AVESTA / POLÎTÎKA AZAD

Doh Parîs gelekî sar bû lê hêrsa dilê Kurdistaniyan weke volkanê difûriya. Beriya bi 9 salan, li navenda Parîsê sê jinên pêşeng, sê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, bi bêbextiyeke mezin li pêş çavê cîhanê bi awayekî nemerdane hatin qetilkirin.

Hêrsa li dijî vê komkujiyê ji bo gelê Kurd weke roja ewilî ye. Lewra tevî îsbat û delîlan hemûyan jî heta niha kujerên wan jinan nehatine dadgehkirin û edalet pêk nehatiye.

Di serî de Dewleta Fransayê, hêzên li pişt vê komkujiyê hemû, hewl didin weke gelek bûyarên din ên bi vî rengî, ser vê bûyarê jî binixumînin.

Lê jinên Kurd û gelê Kurd, tevî dostên xwe bi biryar in ku bi têkoşîna xwe vê bûyerê eşkere bikin û hesab ji kujeran bipirsin. Îsal bi dirûşma “Heta edalet di tariyê de bimîne Fransa sûcdar e” di serî de Parîs li gelek navendan jinên şoreşger hatin bibîranîn.

Dewleta Fransayê roja ewilî soz da ku ew ê vê komkujiya tarî ronî bike. Lê 9 sal di ser bûyerê re bihurîn, heta niha di vî warî de ti pêşveçûn çênebûne.
(…)

Lê bi milyonan Kurd û dostên xwe şopdarên vê dozê ne û bi dengê bilind doza edaletê dikin. Di salvegera 9’an a komkujiyê de jî gelê Kurd û dostên xwe bi yek dengî gotin; “Em ê efû nekin, em ê ji bîr nekin”, “Li Fransayê edalet kor û kerr e”. Wan wiha jî erk û berpirsyariyên dewleta Fransa anîn bîra wê.

Dewleta Tirk bi piştgiriya MÎT’ê li Parîsê bi qetilkirina van jinên pêşeng xwest pêşî li pêvajoya siyasî bigire û siyaseta xwe ya înkar û îmhayê li hemberê gelê Kurd bidomîne. Piştî komkujiya Parîsê, li Silopiyayê Sêvê, Fatma û Pakîze, li Helinca Kobanê Zehra, Hebûn û dayika Emîne, Hevrîn Xelef û bi dehan jinên pêşeng bûn armanca êrişên dewleta Tirk. Niha jî rojane li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê li dijî jinan sûcên şer dike.

Lê li hemberî wan êrişên dewleta Tirk û hevkarên wê, têkoşîneke bê hempa jî tê kirin. Gelê Kurd û bi taybetî jinên Kurd dizanin ku azadî bê berdêl nayê bidestxistin. Ji lewma ji bo azadiyê berdêlên giran didin.
(…)

Wan sekna Sara ya serhildêr, Rûkeniya Rojbîn û enerjiya Rohanî ji xwe re kirine sembol. Li ser şopa wan, îro bûne hêza têkoşînê ji bo hemû jinên cîhanê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv