SÊ JINÊN KURD ÊN ŞOREŞGER
LI PAYTEXT PARÎSÊ HATIN BIBÎRANÎN
Sê Jinên Şoreşger û Sê jinên Azad…
Di 9’ê Çileya 2013an de li paytexta Fransa Parîsê li Bûroya Enformasyonê ya Gare du Nordê hatin şehîd xistin.
Ji bo bîranîna her sê jinan li cihê hatin qetilkirin merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Birayê Sakîne Cansiz û nûnerên saziyên dostê Fransî jî tevlî bîranînê bûn.
Destpêkê Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê Nûpel Mûnzûr axivî.
Nûpel Mûnzûr diyar kir ku ev komkujî berdewamiya komploya navneteweyî ye û wiha got;
Nûpel Mûnzûr anî ziman ku wê berxwedana jinên kurd dawiya kujeran bîne û heta Fransa komkujiyê ronî neke sucdar e.
Li ser navê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê CDK-F Agît Polat jî bi bîr xist ku 9 sal derbas bûne jî hê jî edalet pêk nayê.
Seroka Komeleya Fransa-Kurdistan Sylvie Jan û 10. Meclîsa Şaredariya Parîsê Elie Jousslin jî axivîn û gotin;
Ev komkujî ne li dijî gelê kurd pêk hat li dijî tevahiya jinên têkoşer, jinên azad pêk hat.
Ji ber vê yekê ne tenê pirsgirêka Kurdan, pirsgirêka Fransiyan jî heye.
Piştî axaftin û peyaman Hunermend Nuarîn Strana “Sê Jinên Azad got.