DEWLETA TIRK GIRTIYÊN SIYASÎ DIKUJE
KOMÎTEYÊN ZÎNDANAN BANGA XWEDÎTIYÊ LI CIVAKÊ KIRIN
Li aliyê din Komîteyên Zîndanan ên PKK û PAJK’ê, bi daxuyaniyekê Abdurrezak Suyur, Halîl Guneş û Garîbe Gezer bi bîr anîn.
Di daxuyaniyê de êrişên piralî yên rêjîma qirker û faşîst a AKP-MHP’ê yên li dijî gelê Kurd hatin bibîrxistin.
Komîteyên Zîndanan gotin, wê ev êriş nikaribin rê li ber hilweşîna faşîzmê bigirin.
Wê hêrs û kerba me zêdetir bikin û ji bo bibin layiqî şehîdan, em ê jî têkoşîna xwe mezin bikin.
Di daxuyaniyê de yek bi yek qala şehîdan û zextên li dijî wan hat kirin û wiha hat gotin, Li zîndanan kuştineke sîstematîk û pîlankirî di dewrê de ye.
Komîteyên Zîndanan destnîşan kirin, ku Garîbe Gezer, Halîl Guneş û Abdurrezak Suyur hatine kuştin û gotin, her sê hevrêyên me jî li ser bingeha qirkirina Kurdan hatin qetilkirin.
Ev hevrêyên me zarokên herî delal û milîtanên mezin ên têkoşîna me bûn.
Îro jî li zîndanan bi hezaran girtiyên nexweş hene û dixwazin wan bikujin.
Divê bê zanîn, ku helwest, biryardarî û sekna hevrêyên me hêzê dide me.
Em ê her roj hesab ji vê desthilatdariya faşîst bipirsin.
Komîteyên Zîndanan ji malbatên şehîdan, girtiyên azadiyê û welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwestin û gotin, wê hedefa me azaidya Rêbertî û gelê me be.
Soz didin, ku têkoşîna xwe li ser xeta serfiraziyê bikin.
Bang li tevahiya welatparêzên xwe dikin, ku xwedî li cenazeyên hevrêyên me derkevin û bi xurtî beşdarî serdanên sersaxiyê bibin.