Li bajarê Hewlêrê ji ber baran barîna zêde lehî rabû, di encamê de 8 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
Duh bi şev li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê baranek zêde barî, baran bû sedema lehî rabûnê. Bi taybet barana zêde bandorek nerênî li bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê kir.
Li taxên Hewlêrê, Daretû, Daretûya Nû, Jîn, Roşenbîrî, Quştepe û Şemamk a Hewlêrê lehî rabû. Li gorî agahiyên hatine standin, ji ber lehiyê 8 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ziyanek zêde ya madî çêbûye, bi dehan wesayît li ber lehiyê çûne û kolan xirabbûne.
Hêjayî gotinê ye ji ber nebûna binesaziyek baş a li Hewlêrê salene, dema baran tê lehî radibe û dibe sedema karesatan.