DEWLETA TIRK GIRTIYÊN SIYASÎ DIKUJE
SALÎH TOGRUL Ê 18 SALAN LI ZÎNDANÊ GIRTÎ MA ŞEHÎD BÛ
Salîh Togrul 18 salan li zîndanên dewleta Tirk dîlgirtî bû.
Dema li zîndana Tîpa E ya Sêrtê girtî bû felc bû û hişê xwe ji dest da.
Piştî dîlgirtina 18 salan, hat berdan.
Ji 2014’an ve dihat dermankirin.
Lê ji ber rewşa wî giran bû 15’ê Kanûnê li Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê şehîd bû.
Malbatê cenazeyê Salih Togrul ji bo veşartinê bir Sêrtê.
DEWLETA TIRK GIRTIYÊN SIYASÎ DIKUJE
CENAZEYÊ ŞEHÎD HALÎL GUNEŞ LI EDENÊ HAT VEŞARTIN
Girtiyê azadiyê Halîl Guneş ê 29 salan di zîndanê de mabû jî 15’ê Kanûnê şehîd bûbû.
Malbatê cenazeyê wî bir Edenê.
Parlementerên HDPê, nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî jî beşdarî merasîma cenaze bûn.
Parlementera HDP’ê Tulay Hatîmogullari li vê derê axivî û got, di nava 48 saetan de 3 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan.
Hevrêyê me Halîl gotibû “bi qasî ku di oxira wê de bimirin, em ji jiyanê hez dikin.”
Em jî soza wê yekê didin, ku têkoşîna wî heta dawî bidomînin.
Di merasîma cenaze de banga berdana girtiyên nexweş hemûyan hat kirin.
Ji bo Halîl Guneş malbata wî serdanên sersaxiyê li taxa Meydan a navçeya Seyhanê qebûl dike.
DEWLETA TIRK GIRTIYÊN SIYASÎ DIKUJE
CENAZEYÊ ŞEHÎD ABDULRAZAK ŞÛYÛR LI BATMANÊ BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ HAT OXIRKIRIN
Girtiyê nexweş Abdulrezak Şûyûr ê li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê şehîd bubu bi measimekê girseyî hat oxirkirin.
Cenaze li balifirgeha Batmanê ji aliyê gelek kesan ve hate pêşwazîkirin.
Pişt re bi karwanekî wesayîtan cenaze ber mi Sêrtê ve hat şand.
Tevî astengiyên polisan jî Cenaze li goristana Şêx Mûsa ji aliyê hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin.
Piştî wacibên olî cenaze bi druşmeyên şehîd namirîn sipartin axê.
Serdanên sersaxiyê wê li taxa Çalê bên qebûlkirin.