Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya Zindanan a PKK`ê û PAJK`ê: Faşîzm herî zêde ji kolanan ditirse 28.09.2020

 

KOMÎTEYA ZINDANAN A PKK Û PAJK’Ê:
FAŞÎZM HERÎ ZÊDE JI KOLANAN DITIRSE

“Li dijî faşîzmê dem dema derketina kolanan e!”

Komîteya Zindanan a PKK’ê û PAJK’ê, bi van gotinan banga bilindkirina berxwedanê kir.

Zindaniyên PKK û PAJK’ê diyar kirin ku desthilat herî zêde ji kolanan ditirse.

Em bang dikin ku dakevin kolanan. Dem ne dema tirsê, dema werekî yê ye; dem ne dema lewazbûn dema têkoşînê ye.

Komîteya Zindanan a PKK’ê û PAJK’ê, têkildarî tevgera qirkirina siyasî ya li dijî HDP’ê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de tê gotin dema mijar dibe Kurd, rejîma faşîst a AKP-MHP-Ergenekonê ti pîvanên mirovî û exlaqî nas nake.

Gihiştiye wê astê ku êdî ti wateya gotinê nemaye.

Komîteya Zindanan buyerên li Tirkiyê di qewimin yek bi yek rêz kir û got;

“Ev tolhildan e. Feşîzma AKP-MHP-ERGENEKON’ê, ku her roj winda dike; bi êrîşên li dijî hemû beşên civakê yên mixalîf, dixwaze tola xwe hilîne.”

Di daxuyaniyê de tê bibîr xistin ku îro bi hezaran girtiyên şoreşger li dijî rejîma faşîst serî natewînin û berxwedanekî dîrokî raber dikin.

“Li zindanan berê di bin navê ‘Rewşa Awarte’ de, îro jî di bin navê ‘tedbîr’ û ‘pîvanên pandemiyê’ de, her cûre polîtîkayên zilm û zextê dimeşîne. Hemû pîvanên mirovî û civakî binpê dikin. Pêwîstiyên herî bingehîn yên wekî av, sabûn û amûrên hîjyenê jî nadin û nahêlin em bi pereyên xwe jî bikirin.”

Komîteya Zindanan, destnîşan kir ku dewleta Tirk, kesên nikare li derve bikuje, li girtîgehan terkî mirinê dike.

Û diyar dike ku herî dawî Alî Boçnak ê 80 salî ku tenê mewlûda Kurdî xwendibû, Takiyettîn Ozkahraman û Sînan Gencer, şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de tê bibîrxistin ku zarokên bi nirx ên gelê Kurd, li dijî faşîzmê vîna xwe teslîm nekirin û têkoşînê mezin dikin.

Komîteya Zindanan di dawiya daxiyaniya xwe de vê bangê li herkesî dike:

“Em bang li her kesî dikin ku li dijî faşîzmê, têkoşînê bilind bikin û dakevin kolanan. Li wan kolanên ku faşîzm herî zêde jê ditirse, em serhildan û berxwedanê mezin bikin. Dem ne dema tirsê, dema cesaretbûnê ye, dem ne dema lewazbûn, dema mezinkirina têkoşînê ye.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv