NÛNERÊN PARTIYÊN SIYASÎ YÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ:
TEVGERA PDK’Ê YA LI SÎNORÊ BAŞÛR Û ROJAVA CIHÊ FIKARAN E
Ev demeke PDK hêzên xwe li ser sînorê Başûr-Rojavayê Kurdistanê zêde dike.
Heta niha bi qasî 40 baregehên nû li hermê çêkirine û hêzêke zêde li wir bi cih kiriye..
Ev yek ji bo gelê Kurd fikaran çêdike..
Hevala me Ciwana Cuma li ser mijarê bi siyasetmedarên Rojava re axivî û raporek amade kir.
Siyasetmedar van pêkanînên PDK’ê wek xizmeta bi dewleta Tirk bi nav dikin.
Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso dibêje, çêkirina van qerekolan bi êrişên li dijî Heftanê ve girêdayî ne..
Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratîk a li Sûriyê Mihemed Şêx Elî jî da zanîn ku yek zerar dide Yekîtiyê.