Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gelê Kurd li welat û derveyi welat xwedî li pêngava KCK`ê derdikevin 28.09.2020

 

XELKÊ TIL TEMIRÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ MEŞIYAN
“EM Ê BI HEVGIRTINÊ SERKETINA XWE MÎSOGER BIKIN”

Kurdên li Rûsya û Ermenistanê bersiv dan pêngava KCK’ê ya ‘Dem dema Azadiyê ye..

Kurdistaniyan diyar kirin ku ew ê heta serketinê têbikoşin û rêber APO azad bikin.

Li bajarê Til Temirê jî bi meşekê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk hat şermezarkirin.

Beşdaran dan zanîn ku ew ê bi xwedîderketina li pêngava KCK’ê dawî li dagirkeriyê bînin..

Pêkhateyên bajarê Tiltemirê li dijî tecrîd û dagirkeriya dewleta Tirk li qadan bûn..

Bi sedan kes beşdarî meşê bûn û li dijî faşîzma dewleta Tirk peyama berxwedanê dan.

Piştî meşê endamê rêveberiya giştî yê PYD’ê Abdulkerîm Saroxan xîtabî gel kir.

Abdulkerîm Saroxan da zanîn ku ew ê bi hevgirtinê dawî li xelayên Osmanî yên dewleta Tirk bînin.

KURDÊN RÛSYA Û ERMENISTANÊ BERSIV DAN PÊNGAVA KCK’Ê
“HETA SERKETINÊ EM Ê TÊBIKOŞÎN Û RÊBER XWE AZAD BIKIN”

Kurdên li Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo pêngava KCK’ê ragihandin.

Hevserokê meclîsa Kurdan a navçeya Yerşovê Mîrza Alî Yûsûbov daxuyanî xwend.

Yûsûbov tecrîdkirina rêber APO şermezar kir û balkişand ser girîngiya xwedîderketina li pêngavê.

Di daxuyaniyê de her wiha bang li raya giştî ya Cîhanê hat kirin ku pêşî li êrişên dewleta Tirk bigrin.

Bi heman armancê Yekîtiya Jinên Azad a Ermenistanê jî daxuyaniyek da.

Endama Yekîtiya Jinên Azad a Ermenistanê Çîçek Rizgar di çalakiyê de axivî.

Û diyar kir ku ewê bi hemû hêza xwe beşdarî pêngava KCK û KJK’ê bibin û dawî li dagirkerên Kurdistanê bînin..

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv