Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya Rêveber a PKK’e: Êrişa li dijî Garê, dema serdana Hulûsî Akar hat plankirin 12.02.2021

 

KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê:
ÊRIŞA LI DIJÎ GARÊ, DEMA SERDANA HULÛSÎ AKAR HAT PLANKIRIN

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî tevgera dagirkeriyê ya li dijî herêma Garê daxuyaniyek da û ev nirxandin kir:

Wek tê zanîn artêşa qirker 10’ê Sibatê li dijî Garê êrişeke mezin destpêkir.

Ya rastî vê êrişê em matmayî nekirin. Lewma piştî serdana wezîrê şer ê Tirk Hulûsî Akar ji bo Bexda û Hewlêrê, plana vê êrişê hate amadekirin.

Rêveberiya Bexda û ya PDK’ê jî di nava amadekariya planê de cihê xwe girtin.

Tê zanîn ku herêma Garê 70 kîlometre dûrî sînor e. Ji ber vê yekê bê destûra Bexda û rêveberiya PDK’ê, êrişa artêşa Tirk ne mumkin e.

Eşkere ye ku hêzên komploger bi êrişeke wiha, dixwazin salvegera 22’an a komploya 15’ê Sibatê pêşwazî bikin..

Divê hêzên êrişkar encama operasyona Zap’ê ya sala 2008’an û her wiha a Hezîrana 2020’an li dijî Heftanînê jibîr nekin.

Gerîllayên Kurdistanê wê bi lehengî liberxwe bidin.

Ji bo em rê li pêşiya êrişa hêzên dagirker bigrin, di serî de xelkê me yê Amediyê, lazime tevahiya gelê Başûrê Kurdistanê rabe ser piyan û Garê bikin goristana dagirkeran.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv