Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PKK: Hêzên komploger, hevkarên qirkirina gelê Kurd in 12.02.2021

 

SALVEGERA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
PKK: HÊZÊN KOMPLOGER, HEVKARÊN QIRKIRINA GELÊ KURD IN

Bi rasthatina salvegera Komploya 15’ê Sibatê, Komîteya Rêvber a PKK’ê daxuyaniyek da..

Komîtê bi bîr xist ku di serî de Amerîka û Tirkiyê, hêzên beriya 22 salan komplo pêş xistin îro pergala êşkenceya li Îmraliyê dewam dikin û wiha got:

Hêzên ji komployê berpirsiyar bi ti awayî dest ji armanca xwe a tinekirina Kurdê azad bernedane. Dewleta Tirk her xwestiye Kurdan qir bike û hêzên komploger jî di vî warî de desteka herî mezin dane Tirkiyê.

Weke tê zanîn, komploya 15’ê Sibatê xwe dispart sîstema qirkirina gelê Kurd. Ev pergala ku ji dema serhildana Şêx Seîd destpêkir, heta roja îro dewam dike.

Ji xwe Rêber Apo jî komplo weke “Roja qirkirina Kurdan” pênase kiribû.

Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ku hêzên komploger ên beriya 22 salan negihiştin armancên xwe, îro bi rêbazên êşkence û tecrîda li Îmraliyê siyaseta rizandinê birêve dibin û wiha dewam kir:

Xwestin di warê fîzîkî de Rêber Apo tine bikin û PKK’ê jî tasfiye bikin. Lê negihiştin armancê xwe. Tevî vê yekê hê van hêzan dest ji daxwaza ber bernedane.

SALVEGERA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
PKK: ÊDÎ BILA KOMPLOGER DESTÊ XWE JI XWÎNA KURDAN BIKŞÎNIN

Ji bo pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, ya ji destê wan tê dikin. A girîng ji bo wan şikandina îradeya Kurdê azad e. Bi vî awayî difikirin ku ew ê tevgera xwe a qirkirinê biser bixin.

22 salin ev hevkarî dewam dike lê bi ti awayî biserneket. Wê demê Amerîka û hêzên din ên piştgiriyê didin siyasetên dewleta Tirk, lazime xwe dûrî vî sûcê li dijî mirovahiyê bikin. Dema hatiye ku destên xwe ji xwîna gelê Kurd bikşînin.

Li gel vê yekê, ji bo em li pêşiya daxwaz van hêzên komploger bibin asteng, berpirsiyariya herî mezin dikeve ser milê me.

Di serî de jin û ciwan, lazime hemû derdorên kedar, destekê bidin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.

Komîteya Rêveber a PKK’ê, bi bîr xist ku Kurd 22 salin li dijî komployê di nava têkoşînê de ne û wiha got:

Ji roja pêşî ve, li hemberî êrişa komplogeran gelê Kurd di dîrokê de berxwedana herî mezin nîşan da û li dora Rêber Apo bû xelek.

Li gelê vê, Rêber Apo jî bi pêşxistina paradîgmaya guhertina demokratîk rêya vejînê afirand.

SALVEGERA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
PKK: BI PÊNGAVA “DEMA AZADIYÊ YE” EM 23 SALIYA KOMPLO PÊŞWAZÎ DIKIN

Eger îro hêzên komploger nekarîn bighêjin armancên xwe, ev yek bi saya berxwedana Îmralî, şehîdên azadiyê û têkoşîna gelê Kurd e.

Bi vê bîr û baweriyê em 23 saliya têkoşîna li dijî komployê bi pêngava ” Dema dema azadiyê ye” pêşwazî dikin.

Li çar aliyên Kurdistan û cîhanê bi xurtkirina pêngavê wê azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo bibe aramanca me a bingehîn.

Her wiha têkoşîna gerîllayên me ên leheng û berxwedana li zindanan a li dijî faşîzma wê bibin çavkaniya hêza me a serkeftinê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv