LI GARÊ BERXWEDAN HEYE
GERÎLA RÊ NEDAN KU ARTÊŞA TIRK ESKERÊN XWE BICIH BIKE
Tevgera dagirkeriya Tirk li dijî herêma Garê derbasî roja 3’an bû..
Weke roja pêşî, bergirî û berxwedana gerîlla li dijî êrişên artêşa dagirker dewam dike.
Di nava 28 saetên dawî de, fermandarên payabilind jî di nav de gelek eskerên artêşa Tirk hatin kuştin..
Herî dawî çavkaniyên herêmî ji Ajansa Firatê re ragihandin ku artêşa Tirk doh careke din hewl da bi rêya helîkopterên Skorsy eskerên xwe li herêmê bicih bike..
Lê ji ber bersivdayîna gerîllayan, ev hewldana artêşa dagirker neçû serî.
Ji ber vê helîkopter neçar man ji herêmê dûr bikevin..