Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê cejna Noelê pîroz kir 25.12.2020

 

CEJNA NOELÊ
KOMÎTEYA GEL Û BAWERIYAN A KCK’Ê CEJNA NOELÊ PÎROZ KIR

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi wesîleya Cejna Noelê daxuyaniyek da.

KCK’ê diyar kir ku tevgera Azadiya Kurdistanê weke pîvana sereke biratiya gelan û baweriyan esas girtiye:

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku ji roja dest bi têkoşînê kiriye û vir ve biratiya gel û baweriyan ji xwe re kiriye pîvan, di şexsê Kurdistaniyên Xiristiyan de em Cejna Noelê li civata Xiristiyanan pîroz dikin.

Bi wesîleya vê rojê, em hêvîdar in ku li Rojhilata Navîn û gelek herêmên cîhanê dawî li şer bê anîn, mirovahî di nava aştî, aramî û tenduristiyê de bi rengekî azad û demokratîk bijîn.

KCK’ê bi bîr xist ku mirovahiyê sala 2020’î di nava atmosfera tundî û şer de derbas kir ku neteweperest, lîder û hikumetên faşîst ên olê bi kar tînin, bûn sedema vî şerî.

Em bi hêvî ne ku Cejna Noelê ya îsal bibe wesîleya saleke nû ya mîladî ku ev zor û zehmetî hemû bi dawî bûne û saleke bi tenduristî û aramiyê derbas bibe.

Baweriya me pê heye ku sala 2021’ê bibe saleke welê ku têkoşîna demokrasiyê ya ku lîder û hikumetên faşîst neteweperest hilweşîne, mohra xwe lê bide.

KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî ciha da van temeniyên xweşbîn:

Em bi baweriyeke hîn mezintir dest bi saleke nû ya mîladî dikin.

Em di wê baweriyê de ne ku 2021’ê wê bibe saleke wisa ku têkoşîna azadiya jinê mezintir bibe

Nirxên demokratîk di asta pîrozmendiyê de bên qebûlkirin, berxwedana gelan a bi hişmendiya ekolojîk wê xurtir bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv