Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji fermandarên HPG’ê Bawer Dersim: Em alîgirê diyaloga di navbera Kurdan de ne, divê şerekî biçûk jî neqewime 25.12.2020

 

JI FERMANDARÊN HPG’Ê BAWER DERSIM:
LI HOLÊ REWŞEKE KU EM RÊVEBERIYA BAŞÛR NASNEKIN TINE YE

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Bawer Dersim beşdarî bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bû.

Bawer Dersim, li ser polîtîka û provokasyonên PDK’ê axivî:

Ti pirsgirêkeke me bi îradeya xelkê Başûrê Kurdistanê re nîne.

An jî rewşeke ku em rêveberiya başûr nasnekin tine ye.

Lê bi zanebûn vê yekê di çapemeniyê de tînin ziman.

Û bi vî awayî bingeheke ku êrişî PKK’ê bikin amade dikin.

Ya ku îradeya wan nasnake, dewleta Tirk e.

Wê îro ev herêm dagir kiriye.

JI FERMANDARÊN HPG’Ê BAWER DERSIM:
DI DEMA HERÎ QELS A RÊVEBERIYA BAŞÛR DE ME GERÎLAYÊN XWE SEFERBER KIRIN

Bawer Dêrsim bang li PDK’ê kir ku helwesteke rast raber bike û got;

Di dema herî qels a rêveberiya başûr de me gerîlayên xwe ji bo parastina Başûr seferber kirin.

JI FERMANDARÊN HPG’Ê BAWER DERSIM:
LI CIHÊ DIJMIN ÇIMA EM BERÊ ÇEKÊN XWE BIDIN BIRAYÊN XWE?

Bawer Dêrsim, destnîşan kir ku PDK çavkaniyên jiyanî yên gerîla ji holê radike û bi vî awayî ji dewleta Tirk re xizmet dike.

Dewleta Tirk, di nava hewldanan de ye ku bi destê PDK’ê şerê birakujiyê derxe.
Li devereke ku dewleta qirker a Tirk hebe, çima em berê çekên xwe bidin birayên xwe yên li Başûr?

Bi destê PDK’ê hişmendiyeke ku PKK amadekariya şer dike, amadekarî dike ku êriş bike afirandine.

Rewşeke wiha nîne, berovajî li hemberî me êriş hene.

JI FERMANDARÊN HPG’Ê BAWER DERSIM:
LI AMÊDIYÊ JI PIŞT VE ÊRIŞÎ HEVALÊN ME KIRIN, 3 HEVAL BIRÎNDAR BÛN

Bawer Dêrsim derbarê êrişa li Amediyê de jî agahî dan da.

Herî dawî Li Amêdiyê, roja 14’ê Kanûnê rêya ku hêzên me bi salan bi kar tînin birîn.

Tevî ku bi çar wesayîtan rêya wan girtin jî hevalên me bi xwînsarî nêzîk bûn.

Hevalên me dibêjin, ‘başe, heke we qedexe kiribe em ê vegerin’ lê rê nadin vê yekê jî.

Êriş dikin û 3 hevalên me bi giranî birîndar dibin.

Pişt re yekîneyeke me dibihîze heval birîndar bûne û mudaxele dike.

JI FERMANDARÊN HPG’Ê BAWER DERSIM:
TI BIRYAREKE KU EM ÊRIŞÎ HÊZEKE KURD BIKIN TINE YE

Fermandarê HPG’ê Bawer Dêrsim, diyar kir ku ti biryareke wan a êrişî hêzeke Kurd bikin tine ye.

Divê ti kes hesabên şaş neke.

Ti biryareke me ya şer tine ye, ev biryara me ya yekê ye.

Lê biryara me ya 2. jî ewe; kî bi ser me de were wê bersiva xwe bigire.

JI FERMANDARÊN HPG’Ê BAWER DERSIM:
EM ALÎGIRÎ DIYALOGA DI NAVBERA KURDAN DE NE, DIVÊ ŞEREKÎ BIÇÛK JÎ NEQEWIME

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê, destnîşan kir ku yek rêya rast a çareseriyê heye ew jî diyalog e.

Em her tim alîgirî çareseriyê ne.

Em her tim alîgirî diyaloga di navbera Kurdan de ne.

Ji îro pê de jî em wan vedixwînin rêya çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv