Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dîlgirtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li seranserî cîhanê hate şermezar kirin 25.12.2020

 

DÎLGIRTINA HEVSEROKA KCD’Ê LEYLA GUVEN
LI QAMIŞLO, LÛBNAN, STENBOL Û FRANSAYÊ BI ÇALAKIYAN HATE ŞERMEZARKIRIN

Li dijî dîlgirtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven çalakiyên şermezarkirine didomin.

Rêxistina Jinê ya Sara li dijî Tundiya li ser Jinê girtina Leyla Guven bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Di daxuyaniye de banga li tevahî rêxistinên jinan hat kirin ku li hember dîlgirtina Leyla Guven bê deng nemînin.

Seroka Koma Tevgera Goran a li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Gulistan Seîd jî bi van gotinan nerinên xwe derbarê dîlgirtina Leyla Guven de ani ziman.

Girtina Leyla Guven binpêkirina pîvanên demokrasî û mafên mirove.

Wê bi girtin, êşkenceyê nikaribin pêşî li têkoşîna jina Kurd a di qada siyasetê de bigrin.

Bi dehan jinên din ên Kurd wê têkoşîna Leyla Guven berdewam bikin.

Endamên meclisên Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê yên Lubnanê jî bi daxuyaniyekê girtina hevseroka KCD’ê Leyla Guven şermezar kirin.

Li avahiya HDP’ê ya Sultangazî a Stenbolê jî çalakiyekê şermezarkirine a li dijî girtina Leyla Guven hate lidarxistin.

Di çalakiye de Hevseroka rexistina HDP’ê a navçeya Sultangazi Berîvan Zadsan axivi.

Berîvan Zadsan destnîşankir ku Leyla Guven a ku ji ber jinekê têkoşer û siyasetmedarekê Kurd bû hate hedef girtin.

Li dijî hemû êrişan jî ne Leyla Guven ji têkoşîna xwe gav paşde avet ne jî têkoşîna me sekîni..

Li bajarên Ewrupayê jî gele Kurd ji bo dîlgirtina Leyla Guven şermezar bikin qadan bûn.

Li bajare Fransa Evry bi peşêngtiya TCŞ û TEKO-JIN de meşek hate lidarxistin.

Meş heya ber gara trene dewam kir.

Ciwanan li ber gare daxuyani dan û gotin heya azadiya fizîki a Rêber Abdullah Ocalan û berdana girtiyen siyasî ew ê her di nava çalakiyan de bin.

Bi heman armance li bajarekî din ên Fransa Mûlhoûse ye jî dîlgirtina Leyla Guven hate protestokirin.

Çalakgerean di çalakiyê de diyar kirin ku Leyla Guven di çareseriya pirsgirêka Kurd de kilîta israra siyaseta demokratîk û aşitiyê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv