EV DU SAL IN CENAZEYÊ ŞEHÎD ULAŞ ÇELÎK NADIN MALBATA WÎ
261 CENAZEYÊN ŞEHÎDAN LI SER HEV DI BIN PEYARÊ DE HATINE VEŞARTIN
Beriya niha bi dîmenan derketibû holê ku dewleta Tirk 261 cenazeyên şehîdan ên ku ji Şehîdgeha Xerza ya Bedlîsê revandibûn, li Stenbolê bi awayeke komî li cihekî ku weke peyarê tê bikaranîn veşartine.
Ev bêhurmetiya li hemberî cenazeyên Kurdan, bi tena serê xwe nîşan dide ka rêvebirên Dewleta Tirk çiqas ji nirxên mirovahiyê bê par mane.
Yek ji wan jî cenazeyê gerîla Ulaş Çelîk e.
Tevî hewldanan hemûyan jî dewleta Tirk cenaze nade malbatê.
Malbata Çelîk û rêveberên MEBYA-DER’ê têkildarî li ser mijarê li goristana Yenîkoyê ya Amedê daxuyanî dan.
Hevserokê MEBYA-DER’ê Şêxmûs Karadag diyar kir ku ew ê li nirxên xwe yên pîroz xwedî derkevin.