Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bîlancoya faşîzm û terora dewleta Tirk ya sala 2020 25.12.2020

 

LI BAKURÊ KURDISTANÊ Û TIRKIYÊ FAŞÎZM Û TERORA DEWLETÊ
JI HELÎKOPTERAN AVÊTIN, TECAWIZ KIRIN Û BI KÛÇIKAN ÊŞKENCE LI JINAN KIRIN

Sala 2020’an li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, bû yek ji salên herî dijwar, ku dagirkeriya Tirk li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi hovîtiyeke nedîtî rabû.

Di 2020’an de di bin navê operasyonê de li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê 102 hezar êriş pêk hatin.

Tenê di navbera 23-24’ê Mijdarê de 641 kes hatin binçavkirin.

Dagirkeriya Tirk bi balafir, tang û topên xwe deşt û çiyayên Bakurê Kurdistanê bi hezaran carî bombe kirin.

11’ê Îlonê Servet Tûrgût û Osman Şîban li navçeya Wanê Şaxê ji helîkopterê avêtin, Servet Tûrgût şehîd bû.

Rojnamevan Adnan Bîlen, Cemîl Ugur, Şehrîban Abî, Nazan Sala ji ber ragihandina nûçeya vê hovîtiyê hatin girtin.

Li navçeya Amed Rezanê 30’ê Gulanê hêzên dagirkeriya Tirk avêtin ser mala Şêxmûs û Menîce Yilmaz.

Kûçikên bi xwe re bera her du kesan dan û êşkence li wan kirin.

Ciwanên Kurd li Amedê girtin, ew tazî kirin û êşkenceyeke nedîtî li wan kirin.

27’ê Hezîranê hêzên dagirkeriya Tirk dema ew kirin binçavan kûçik bera aktivîsta TJAyê Rojbîn Sevîl Çetîn dan û êşkenceyeke giran lê kirin.

Dagirkeriya Tirk 49 sivîl li Bakurê Kurdistanê qetil kirin.

Rojnamevan Abdurrahman Gok ji ber weşandina dîmen û wêneyên dema qetilkirina Kemal Kurkut 20 sal cezayê zindanê jê re hat xwestin.

Heman dadgeriyê beraat da polîsê Kemal Kurkut qetilkirî.

Parlementeriya Leyla Guven û Mûsa Farîsogullari hat betalkirin.

492 endam û rêveberên partiyên siyasî hatin binçavkirin û zêdetirî 150 kes hatin girtin.

Derheqê 64 parlementeran de, ku piraniya wan ên HDP’ê bûn, fezlekeyên betalkirina mafê destnedanê hatin amadekirin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi dayîna 22 sal cezayê zindanê hat girtin.

Tevahiya salê înkarkirina zimanê Kurd di her qadê de xwe da der.

Şanoya Kurdî ya bi navê Bêrû ji aliyê walîtiya Stenbolê ve hat qedexekirin.

Li 65 şaredariyên HDPê bi destxistî 59 jê bi destê qeyûman hatin dagirkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Egîd Îpek bi rêya kargoyê ji dayîka wî re şandin.

24’ê Kanûnê dayîka wî jî bi êşkencekirinê kirin binçavan.

Cenazeyên 261 şehîdan ên ji Şehîdgeha Xerza ya Bedlîsê revandibûn, li Goristana Kilyosê ya Stenbolê di bin peyarê de veşartin.

Ciwanê Kurd Bariş Çakan li Enqerê ji ber ku li Muzîka Kurdî guhdarî dikir hat qetilkirin.

Li Sakaryayê li dijî karkerên demsalî yên Kurd êrişa nijadperestî pêk hat.

Li zindanên dewleta Tirk li 396 girtiyên siyasî êşkence hat kirin.

4 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan.

Li Batmanê, Amedê, Mêrdînê, Dersimê polîtîkaya qirêj a parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê li dijî jinên Kurd xwe da der.

Bi destê çawîşên pispor li dijî jinên Kurd tecawizkarî pêş ket.

Îpek Er a bûyî hedefa vê êrişa qirêj 18 Tebaxê jiyana xwe ji dest da.

Rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê di serî de lîderê rêxistina çete Alaatîn Çakici, bi hezaran tecawizkar, çete, kujer û diz ji zindanan derxistin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv