Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Koma dostaniya kurd ji bo Şengalê bang kir 01.04.2021

 

“RÊVEBERIYA ŞENGALÊ NAS BIKIN”
KOMA DOSTANIYA KURD JI BO ŞENGALÊ BANG KIR

Ji bo betalkirina peymana 9’ê Cotmehê berxwedan dewam dike.

Gelê kurd û dostên xwe ji bo xweswerî û xweparastina Şengalê li cîhanê were naskirin di nava hewldanan de ne.

Koma Dostaniya Kurd a Parlemena Ewrûpayê jî ji bo şengalê ket nava tevgerê.

Endamên Koordînasyona Koma Dostaniya Kurd a Parlamenta Ewropayê François Alfonsi, Andreas Schieder û Nicolaj Villumsen bi nameyekê, têkildarî rewşa Şengalê hişyarî dan.

Name ji Sefîrê Bilind ê Iraqê yê li Yekitiya Ewropayê Sadiq Alrikabi, Seroka Delegasyona Parlamenta Ewropayê ya Têkiliyên bi Iraqê re Sara Skyttedal û Raportorê Iraqê yê Parlamenta Ewropayê Mick Wallace re hate şandin.

Di nameyê de fermanên bi serê Şengalê de hatine bi bîr xistin û hat destnîşankirin ku piştî Fermana 3’yê Tebaxê jiyaneke bi ewle ji bo Êzidiyan gelekî girîng bûye.

Di nameyê de hatiye gotin ku daxwazên hikumeta Iraqê yên ji bo betalkirina rêveberiya xweser a li Şengalê li dijî demokrasiyê ne.

Komê diyar kir ku di Fermana 3’yê Tebaxê de rasterast berpiryariya PDK’ê heye û Êzidî bi tu awayî PDK’ê weke nûnerê xwe nabînin.

Komê di nameyê de xwest Şengal bibe herêmeke xweser û ev xweserî jî destpêkê ji aliyê Iraqê ji aliyê hemû cîhanê ve were naskirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv