TÊKOŞÎNA LI DIJÎ FERMAN Û PEYMANA 9’Ê COTMEHÊ
ÊZÎDIYAN LI DIJÎ GEFAN BERÊ XWE DAN ÇIYAYÊ ŞENGALÊ
Bi rasthatina 3. salvegera vekişîna gerîla ji Şengalê, Êzîdî ji bo bîranîna gerîlayên di oxira rizgarkirina Şengalê de şehîd bûne, serdana Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li çiyê kirin.
Hevalê me Îbrahîm Êzîdî ev serdana Êzîdiyan şopand.
Piştî serdana şehîdgehê, Êzîdiyan li çiyayê Şengalê dest bi çalakiya nobeta parastina destketiyan kirin.
Serokê Giştî yê PADÊ Omer Salih jî di çalakiyê de amade bû, têkildarî gefan û têkoşîna li dijî êrişan, ji kameraya me re axivî.
Omer Salih di serî de gerîlayên di oxira rizgarkirina Şengalê de şehîd bûne, şervanên azadiyê hemû bibîr anîn.