TÊKILIYÊN QIRÊJ ÊN BI TIRKIYEYÊ RE
HUMAN RIGHTS WATCH’Ê BERÊ XWE DA YEKITIYA EWRÛPAYÊ
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov diyar kir ku Yekitiya Ewrûpayê ji bo berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re, mafên mirovan piştguh kiriye.
Di daxuyaniya Midûrê Rêxistinê yê ji Ewrûpa û Asyayê berpirsiyar Peter Dam de, sûcên li Tirkiyeyê hene wisa hatine rêz kirin:
“Mixalîf bi hincetên pûç û vala ên terorê, bi demdirêjî di girtîgehan de tên ragirtin.
Zextên li ser Kurdan tên meşandin, bûye rewşeke ji rêzê.
Dadgehên Tirkiyeyê di bin desthilatdariyê de dixebitin.
Dozger û Dadgerên di emrê îktîdarê de ne, qanûnên qaşo ‘têkoşîna li dijî terorê’ li dijî mixalifan bi kar tînin.
Gelek siyasetmedar û rojnameger avêtine zindanê.
Heta, biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê, ya di derbarê bersana siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş de pêk neanî.
Di rewşeke wisa de, Yekitiya Ewrûpayê radibe, bi Tirkiyeyê re dikeve nava têkeliyên li ser berjewendiyan, weke astengkirina koçberan.
Ji bo biryara wan a pozîtîf jî, Erdogan sipasiya wan dike.
Em weke paraztvanên Mafên Mirov, vê helwesta Ewrûpiyan şermezar dikin.