“AZADIYA JINÊ, AZADIYA CIVAKÊ YE”
KOLANÊN OSLO BI WÊNEYÊN ŞERVANÊN YPJ’Ê HATIN XEMILANDIN”
Ev dîwarê yek ji deverên herî navdar ên paytexta Norwêcê Osloyê ye..
Ev der dîwarê mûzexaneya çand û hunerê ye..
Hunermenda Kurd Gelawêj Welîdxanî li ser vî dîwarî wêneyên şervanên YPJ’ê xêz kirin..
Û li binê wan ev gotina navdar a Rêber Apo bicih kir:
Bêyî azadiya jinê, civak azad nabe..
Komeke ji nijadperestên Tirk ku xwe li vî wêneyî ranegirtin, serî li şaredariyê dan ku rake..
Lê Şaredariya Oslo wêneya şervanên YPJ’ê û gotina Rêber Apo weke azadiya ramanê pênase kir û daxwaza nijadperestên Tirk red kir..