ÇAPEMENIYA PDK’Ê DAYE SER ŞOPA MÎT’A TIRK
HEWLDANÊN WAN ÊN REŞKIRINA PKK’Ê, CAREKE DIN PÛÇ BÛN
Rêbazên şerê taybet ku rêxistina kontra Jîtem û Mît’a Tirk salên 90’î bikar dianîn, îro ji aliyê dezgehên ragihandina PDK’ê ve têne dewamkirin..
Xwediyên vê siyasetê, hê jî ji vê rêbaza beriya 30’an ku biserneket, bihêvî ne…
Piştî hemû rê û rêbazên reşkirin, rêjîma Tirk par serî li metodeke nû da..
Qaşo PKK’ê zarokên Kurdan direvîne û bidarê zorê wan dibe çiyê..
Li Bakur rêjîma AKP ji bo encameke ji vê yekê bigre, tevahiya salekê hemû derfetên xwe bikar anîn.
Lê ti encam bidest nexistin..
Û niha ev yek dewrî hevkarê xwe PDK’ê kiriye..
Malpereke girêdayî îstîxbaratên PDK’ê beriya çend rojan îdîa kir ku PKK’ê 25 zarok revandine û navê wan parve kirin..
Hesabê binavê Proaktîf Atolya ku li ser tevna twîtterê nûçegihaniyê dike, da pey meselê û bi belge û dîmenan derewên dezgehên PDK’yî raxist ber çavan..
Proaktîf Atolya xwe gihand malbatên zarokên mijara gotinê û helwesta wan li dijî şerê taybet bi raya giştî re parve kir..