Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Rojnamevan Ersîn Çaksû: Gelo ji nûve rih bi DAIŞ’ê tê 15.01.2021

 

ERSÎN ÇAKSÛ / ANF
GELO JI NÛ VE RIH BI DAIŞ’Ê TÊ ?

DAIŞ’ê rojên dawî li Sûriye û Iraqê li pey hev gelek êriş kir. Ev jî bû sedem ku pirsa “Gelo DAÎŞ ji nû ve vedigere?” bê kirin.

Rêxistina ku di Adara 2019’an de li nehiya Baxozê ya Dêra Zorê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve serweriya xwe ya li ser xakê winda kir, di nava du hefteyên destpêkê yên sala 2021’ê de gelek caran êriş kir.

Bi deh hezaran endamên xwe hatibin girtin jî DAÎŞ li gelek herêmên Sûriye û Iraqê vekişiya binê erdê.

DAÎŞ’ê li Sûriyeyê li wîlayetên Dêra Zor, Reqa û Hamayê, li Iraqê jî li wîlayetên Kerkûk, Bexda û Enbarê dem bi dem hucreyên xwe xiste nava tevgerê. Rojên dawî li Sûriyeyê jî êrişên xwe zêde kiriye.

Ji Kanûna 2020’î û vir ve li Dêra Zorê 8, li Reqayê 8, li Hamayê 10, li Hûmsê 5 û li bejahiya Helebê jî 2 caran êriş kir.

Di roja dawî ya sala 2020’î de DAÎŞ’ê êrişa xwe ya herî giran li ser rêya Palmîra û Dêra Zorê kir. Di vê êrişê de ku li dijî konvoyeke leşkerên rejîmê hate kirin, herî kêm 28 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Li çola rojavayê Dêra Zorê ku di bin kontrola rejîma Şamê de ye, hebûna DAÎŞ’ê ne tiştekî veşartî bû. Lê belê rejîma Şamê û piştevanên wê li dijî hebûna DAÎŞ’ê ya li vê derê têkoşîneke xurt nemeşandin.

Li gorî çavdêran, sedema vê yekê ew e ku komên alîgirê DYE’yê yên li herêma Tanesê ya li ser sînorê Urdunê bên marjînalkirin.

Her wiha ev herêm ji ber ku li ser rêgeha Bûkemalê ye, ku deriyê milîsên Îranê yê ber bi Iraqê ve ye, gelek teoriyên komployê tên kirin.

Lê belê sedema herî mezin a ku ruh bi DAÎŞ’ê ve anî, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

Di dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de gelek çeteyên li kampan derbasî herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin bûn. Her wiha hebûn û rêxistinbûna DAÎŞ’ê ya li herêmên dagirkirî yên dewleta Tirk lê ne, gelek caran di çapemeniyê de jî hat weşandin.

Êrişên DAÎŞ’ê yên rojên dawî dibe sedem ku pirsa “Gelo DAÎŞ jinûve vedigere?” bê kirin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv