KOALÎSYONA LI DIJÎ DAIŞ’Ê
EM Ê LI GEL HEVKARÊN XWE ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ’Ê DEWAM BIKIN
Doh li ser daxwaza Belçîka û Amerîkayê, wezîrên karên derve ên Koalîsyoan Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê kom bûn..
Encamnameya civîna koma biçûk a koalîsyonê bi raya giştî re hat parvekirin..
Endamên koalîsyonê teqez kirin ku ew ê şerê wan li dijî DAIŞ’ê dewam bike û îşaret bi van xalan kirin:
Koalîsyona bi biryar e ku heta DAIŞ’ê bi temamî were tinekirin şerê xwe dewam bike. Bi taybet li Sûrî û Iraqê. Ev yek jî wê bi piştgiriya hevkarên me ên li van welatan pêk were.
Di rewşa heyî de her çendî ti herêmeke serweriya DAIŞ’ê nemabe jî lê xeterî hê bidawî nebûye.
Êrişên dawî yên li Iraqê jî nîşaneya vê yekê ne. Lewma pêwîste alîkariya leşkerî ji bo hevkarên koalîsyonê li Sûrî û Iraqê dewam bike.
Wezîrên koalîsyonê ragihandin ku li gel şerê tinekirina DAIŞ’ê yek ji erkên wan ên sereke pêkanîna aramiyê li herêmên rizgarkirî ye û wiha dewam kirin:
Ji bo parastina jiyana welatiyan û bi taybet jin û zarokan, wê koalîsyona erkên xwe bicih bîne.
Têkildarî rewşa li Sûrî jî di encamnameyê de ev nirxandin hate kirin:
Ji bo serkeftina hatî bidestxistin were parastin, koalîsyon wê berpirsiyariyên xwe bicih bîne.
Li Bakur û Rojhilatê Sûrî mijara DAIŞ’yên girtî û ya malbatên wan pir girîng e.
Dive DAIŞ’î li gorî qanûnên navneteweyên werin dadgehkirin û pirsgirêka malbatên wan jî were çareserkirin.
Berovajî eger çareseriyek peyda nebe wê hebûna wan kesên girtî rê li ber xeteriyan veke.