Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Veysî Sarisozen: Wêneyê kesê bi esrarkêş re 31.03.2021

 

WÊNEYÊ KESÊ BI ESRARKÊŞ RE
VEYSÎ SARISOZEN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Xebatkarekî AKP’ê wêneyê wî yê kokaîn dikişand li çapemeniyê belav bû û pişt re hat binçavkirin. Ev binçavkirin hin rastiyan nikare veşêre. Vî kesî destpêkê got; ne kokakîn, min şekirê pûdra dikişand û pişt re hatibû berdan. Eger xelkê nerazîbûn nîşan nedabûya wê vî kesî dîsa şekirê pûdra kişandiba.

Ev karekî hêsan bû. Eger li ser xwîna wî kesî lêkolîn hatiba kirin wê derketiba holê ku çi kişandiye. Lê kesî ev yek nepirsî. Bi bahaneyeke pir hêsan dozger, dadger û sûbay têne girtin, lê kesekî ku kokakîn kişandiye di cih de berdan. Lê dîsa jî binçavkirina wî tiştekî naguhere.

Meseleya din jî wêneyê wî yê bi Suleyman Soylû re. Soylû dibêje kî tê bi min re wêne dikşîne. Yanî wan lêkolîn nake. Tu dibêje qey ew kesê behsa wî dike kesekî ji rêzê ye. Ew kes xebatkarê partiya te ye û qaşo tu jî ji ewlekariya wê partiyê berpirsiyar e. Tu destûr nade ku mêşek jî deh kîlometre nêzî navenda partiya te bibe. Eger kesek li wê navendê kar bike hun diçin li heft bavikên wî dipirsin. Wê demê tu dizane ew kesê li tenişta te kî ye. Eger tu nizanibe wê demê jiyana reîsê te di talûkê de ye. Ma gelo tu wezîre ku kokaînkêşekî dixe hundurê navenda partiya xwe.

Dewlemendiya vî kesî jî têra xwe heye. Bi hezaran HDP’yî 24 saetan tên şopandin, lê çawa xebatkarekî xwe naşopînin. Suleyman Soylû dizane ku zilamên cemaatê çawa tevdigerin, lê xebatkarekî xwe çawa naşopîne. Erê raste dişopîne, lê tenê dişopîne.

Ji ber ku dizane ew kesê kokakînkêş milîtanekî AKP’ê ye. Jê bawer dikin û ji bo ku bimre amade ye. Ji yê derdora xwe re jî dibêje bibin wekî min û dewlemend bibin. Kî vî kesî bibîne wê bixwaze biçe navenda AKP’ê û kar bike. Ma ne hevalekî wî gotibû, kesên weke wî li cem me gelek in.

Wê demê Soylû karê xwe baş dike. Yanî van kesan kom dike û bi rêxistin dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv