PIROZBAHIYÊN ROJBÛNA RÊBER APO
LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ RÊZE SEMÎNER HATIN LI DARXISTIN
“Rojbûna we barbanga azadiya gelan e”
Bi vê dirûşmê Kongreya Star li Rojava û Bakur-Rojhilatê Suriyê, bi boneya rojbûna Rêber Apo rêze semîner organize kirin.
Semînera li navçeya Dêrikê li naveda Dicle ya Çand û Hunerê pêk hat.
Der barê jiyana rêber Apo de sînevîzyon hate pêşandan.
Bi dehan şêniyên navçeya Çilaxa jî li navenda çandê ya herêma Înaş kom bûn.
Di axaftinan de Rojbûna rêber Apo weke rojbûna mirovahiyê hat bi nav kirin.
Li bajarokê Rimêlan û Girkê Legê jî bi beşdariya dehan şêniyên herêmê, semînerek pêk hat.
Bi boneya rojbûna rêber Apo li Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Temirê jî şahiyek ji bo zarokan hat organîzekirin.
Şahiyek ji bo şagirtên dibistana Şehîd Qehreman Efrîn jî, li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat lidarxistin.
Di Şahiyê de bi dehan şagirt û mamoste amade bûn.
Li Kobanê û kampa Waşokanî ya Hesekê jî, li ser rojbûna Rêber Apo semîner hat organize kirin.