HEWLDANA PDK’Ê YA DORPÊÇKIRINA GARÊ
KNK PIŞTÎ ÊRIŞA DAWÎ NAVENDA KRÎZÊ SAZ KIR
Tevgera PDK’ê ya dorpêçkirina herêmên gerîlla li devera Behdînanê, dihêle ku fikarên gelê Kurd zêde bibin..
Li hemberî vê rewşa aloz a piştî êrişa hêzên PDK’ê li dijî Garê, Kongreya Neteweî ya Kurdistanê-KNK’ê bi awayek lezgîn Navenda Kirîzê saz kir..
KNK’ê ji aliyan xwest ku di zûtirîn dem de dest bi diyalogê bikin..
MIX
Li hemberî hewldanên dewleta Tirk a peydakirina şerê di navbera Kurdan de,
Û her wiha hevkariya PDK’ê ku li gel Enqerê dike, gelê Kurd ne rehet e..
Piştî êrişa 4’ê Mijdarê ya li dijî herêma gerîlla a li Garê, fikarên civaka Kurd zêdetir bû..
Ji bo pêşî li şer were girtin, Konseya Rêveber a KNK’ê bi awayek lezgîn kom bû..
Piştî civînê daxuyanî hat dayîn û îşaret bi vana xalan hat kirin:
Li herêma Garê, piştî ku KDP’ê hewl da hêzên xwe li navendeke gerîlla bicih bike. EV tevgerê rê li ber rewşeke aloz vekir..
Ji bo ev yek rê li ber şee veneke, em weke KNK’ê bang li aliyan dikin da ku hêzên xwe vegerînin pozîsyona berê. Pirsgirêkên heyî bi riya diyalogê çareser bikin.
Divê hemû partî, rêxistin, kesayet û bi giştî gelê Kurdistanê bikeve nava tevgerê û rê nedin hêzên Kurdistanî bên hemberî hev.
Konseya Rêveber a KNK’ê di civîna xwe de ev rêze-biryar wergirtin:
-Ji bo şopandina rewşa heyî gav bi gavê, navendeke kirîzê hat sazkirin.
-Li ser asta Hevserokatiya KNK’ê, wê heyetek biçe Başûrê Kurdistanê li gel aliyên pêwendîdar û derdorên cûda re hevdîtinan pêk bîne.
-Di rojên pêş de, wê bi tevlîbûna nûnerên hêzên Kurdistanî û kesayetên bi bandor, civîneke berfereh were lidarxistin.