Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Prof. Norman Peach: Pergala Îmraliyê rûpela herî reş a Ewrûpayê ye 05.11.2020

 

PROF. NORMAN PEACH:
PERGALA ÎMRALIYÊ RÛPELA HERÎ REŞ A EWRÛPAYÊ YE

Pisporê sîyaset û huqûqa navneteweyê Prof. Norman Peach ragihand ku tevî raporên CPT û biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê jî tecrîda li Îmraliyê dewam dike..

Peach pergala Îmralî weke rûpela herî reş a Ewrûpayê binav kir..

Zanyarê Alman û Pisporê sîyaset û huqûqa navneteweyê Prof. Norman Peach ku rewşa Rêber Apo û Kurdistanê ji nêz ve dişopîne, ji Ajnasa Nûçeyan a Firatê re axivî..

Peach encama Komploya Navneteweyî, bêdengiya Ewrûpa li dijî pergala Îmraîliyê û girîngiya têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo nirxand..

Zanyarê Alman, anî ziman ku Azadiya Rêber Apo wê ji bo Rojhilata Navîn rê li ber pêşketinên girîng veke û wiha got:

Herî dawî mina sala 1999’an li Romayê Birêz Ocalan dît. Wê demê wê sohbetek dirêj bi hev re kir.

Ew miroveke bi hêja ye. Girtina kesekî mîna ew ewqas sal li zindanê û hiştina wî di bin tecrîda giran de, bê goman sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Ji vê encamê helbet Ewrûpa jî berpirsiyar e. Ji ber welatên Ewrûpa bi îsrar xwe dûrî tevgera azadiya gelê Kurd kirin. Ew di parçekirina welatê Kurdan de jî xwedî rol bûn. Li şûna ku bibin dostê Kurdan, hevkariya bi lîderê rêxistina sûcê Erdogan re dikin.

Prof. Norman Peach helwesta Ewrûpa ya beriya niha li hemberî tevgera Kurd bi bîr xist û wiha dewam kir:

Beriya Ocalan bibe lîderê tevgera azadiya Kurd, helwesta Ewrûpa cûda bû. Lê piştî Ocalan, êdî Kurd xwedî li mafê xwe derketin. Êdî xwest ew bi nasname û îradeyeke azad qedera xwe diyar bikin.

Ji ber ku ev rewş rê li ber têkbirina pergala hêzên cîhanê vedikir, welatên Ewrûpa li ber rabûn.

Li gorî berjewediyên xwe tevgeriyan û ji destpêkê ve rêya destekdayîna hevkarên xwe ên NATO ango dewleta Tirk hilbijartin.

Têkildarî rêjîma taybet a li Îmraliyê jî Norman Pêyç ev nirxandin kir:

Di serî de Almanya, pergala Îmraliyê ji bo Ewrûpayê rûpela herî reş e.

Welatê herî bihêz li Ewrûpayê Almaya li hemberî binpêkirina huqûq û mafê mirovan xwe bê deng dike.

Heman helwest li hemberî dagirkirina Efrîn, êrişên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê jî nîşan da.

Erdogan bi saya vê siyaseta Ewrûpayê, asta êrişên xwe zêde kirin.

Li hemberî vê rewşa kambax, girîng e ku Birêz Ocalan were azadkirin. Azadiya wî li Rojhilata Navîn wê rê li ber pêşketinên mezin veke.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv