Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji pênûsa rojnamevan Ferda Çetîn nivîsa ‘Daxuyaniya Barzanî çi dibêje’ 05.11.2020

 

FERDA ÇETÎN / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
DAXUYANIYA BARZANÎ ÇI DIBÊJE

Mesûd Barzanî bi daxuyaniya xwe banga endamê komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ji bo tevgera bi hevre ya li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk red kir. Li dijî bangên hevdîtin, diyalog û muzakereyê yên PKK’ê banga şer kir. Ev yek di heman demê de têkbirina daxuyaniya xwe ya ku gotibû; heta ez sax bim wê di navbera Kurdan de şer çênebe ye.

Mesûd Barzanî bi daxuyaniya xwe destnîşan dike wekî ku PKK çend salên dawî ketiye Başûrê Kurdistanê û serweriya PDK’ê binpê kiriye. Lê di esasê xwe de PKK ji sala 1981’ê ve dema ku axa Başûrê Kurdistanê di bin serweriya hukûmeta Iraqê de bû ketiye wir.

Wê demê pêşmergeyên PDK û YNK’ê çawa li wan herêman bi cih bûne, gerîlayên PKK’ê jî bi wî rengî bi cih bûne. Wekî din wê demê di navbera PKK û PDK’ê de li ser dostanî, alîkarî û yekîtiya netewî peymanek jî çêbûye. Ma gelo Barzanî û PDK dikarin vê peymanê înkar bikin.

Wexta ku DAIŞ’ê di rojekê de Kerkûk û Mûsilê xist destê xwe û berê xwe da Hewlêrê malbatên dewlemendan berê xwe dan Urdun, Kuweyt û Lubnanê. Mesûd Barzanî jî alîkarî ji PKK’ê xwest. PKK’ê bi erebeyên PDK’ê gerîlayên xwe şandin Hewlêr, Kerkûk û Mexmûrê. Piştî têkbirina DAIŞ’ê jî vegeriyan qadên xwe û Barzanî ji ber alîkariyê spasiya wan kir.

Ew dîmenên ku gerîla bi erebeyan dikevin Hewlêrê û li Mexmûrê dema ku Barzanî spasiya fermandarê gerîlayan dike hê jî wenda nebûne. Dema ku DAIŞ êriş kir û Barzanî ji PKK’ê alîkarî xwest çi pê hat. Çihat hat guhertin gelo.

Wekî din Barzanî dagirkeriya Dewleta Tirk jî wekî pirsgirêkekê nabîne. Rêveberiya PDK’ê di nava 2 salan de 40 baregeh dan Dewleta Tirk. Lê tenê hebûna PKK’ê wekî gef û talûke dibîne.

Kurd li dijî plana şer a PDK’ê ne. Ew dizanin ku ev ne şerê birakujî, şerê ku PDK bi Dewleta Tirk re li dijî Kurdan ketiye nav tevgerê ye. Niha PDK nizane bê çi bike. Hewl dide hevkariya xwe ya bi Dewleta Tirk re veşêre. PDK di vî şerî de ne li cem gelê xwe, li cem Dewleta Tirk cih digre.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv