Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KJK: ‘Desthilatdariya AKP-MHP’ê polîtikaya qirkirina zimanê Kurdî dimeşîne’

 

KOMÎTEYA PERWERDEYÊ YA KJK’Ê ROJA ZIMAN PÎROZ KIR
DESTHILATDARIYA AKP-MHP’Ê POLÎTÎKAYA QIRKIRINA ZIMANÊ KURDÎ DIMEŞÎNE

Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Komîteyê diyar kir desthilatdariya qirker a li Tirkiyê ku ji dirûşmeyên ‘yek milet’, ‘yek ziman’ û ‘yek dewletê’ derbasî rejîma yek şexsî bûye, bi taybetî li dijî Kurdî polîtîkaya qirkirina ziman dimeşîne.

Komîteya KJK’ê anî ziman ku ev roja dîrokî ji aliyê UNESCO ve hatiye ragihandin, lê li Tirkiyê ku endamê UNESCO’yê ye heta niha 18 ziman yan hatine tinekirin yan jî li ber tinekirinê ne.

Ji bo dawî li zext û polîtîkaya astengkirinê ya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li ser sazî û xebatkarên ziman, çand û çapemeniya Kurd bê anîn, divê UNESCO berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Banga me li UNESCO ew e; peymanên ku biryar li ser daye, ji bo li Tirkiye û welatên din ên endam bi cih were anîn. Zextê bike û ji bo zimanên gelên bidest mîna zimanê gelê Kurd bibe xwedî statuyeke siyasî, weke sazî bi rola xwe rabe.

Komîteya Perwerdê ya KJK’ê got; li çend dibistanan qebûlkirina Kurdî weke derseke hilbijartî, nayê wê wateyê ku li Tirkiyê polîtîkaya qirkirina ziman ji holê hatiye rakirin.

Ji ber ku hîn jî endamên çapemeniya Kurdî têne girtin.

Gelek sazî û xebatkarên ji bo çand û zimanê Kurdî dixebitin di bin zextê de ne, têne girtin.

Dewletên Sûrî, Îran û Iraqê jî Kurdî qedexe dikin.

Hînbûna zimanê dayikê, axaftin û pêşvebirina wê, mafê herî xwezayî, bi wate û civakî ye.

Lê belê bêparhiştina Kurdan ku gelekî ji 40 milyonî ye ji xwendina Kurdî, qirkirina herî mezin e.

Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê her kesên ku ji bo Kurdî bibe zimanê perwerde û hîndekariyê têdikoşin silav kir û wiha bang li gelê kurd kir:

Ji bo ev kar hertimî bê meşandin, hîndekarên xurt bêne perwerdekirin, giranî li karên akademîk bê dayin; dayik û bavên Kurd û tevahiya gelê me xwedî li zimanê gelê me derkevin.

Li malê, li kargehan li her derê bi Kurdî biaxivin, zarokên xwe bi Kurdî bidin xwendin, meldoyên Kurdî zêde bikin û li her derê deng vedin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv