21’Ê SIBATÊ ROJA ZIMANÊ DAYIKÊ YA CÎHANÎ
JI AMEDÊ BANG: PIRSGIRÊKA ZIMAN BI ÇEND GAVÊN XAPÎNOK ÇARESER NABE
Platforma ked û demokrasiyê ya Amedê bi munasebeta roja zimanê dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek da.
Gelek kes beşdarî daxuyaniya li qada Şêx Seîd bûn.
Daxuyaniya kurmancî ji aliyê rêveberê Egîtîm Sena Amed Fezîh Zîrek ve hat xwendin.
Fezîh Zîrek diyar kir ku qedexekirina zimanê dayîkê herî zêde bandorê li zarokan dike..
Û bang li hikûmeta Tirk kir ku dest ji polîtîkayên qedexe û pişaftinê berdin.
Fezîh Zîrek da zanîn ku çend gavên xapînok ên ji bo hînkirina ziman pirsgirêk çareser nabe û got:
Daxwaza me ew e ku perwerdeya bi zimanê dayîkê bê dayîn.
Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî jî banga xwedîderketina ziman li gel kir.
Piştî axaftinan gel li ber stranan govend hat gerandin.