Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Hefteya Zimanê Kurdî dest pê kir

 

HEFTEYA ZIMANÊ KURDÎ DESTPÊKIR
“PERWERDEHIYA KURDÎ MAFÊ REWA YÊ GELÊ KURD E”

Bernameyen Heftêya Zimanê Kurdî îro bi şahiyên cuda berdewam kir.

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) pêşengiya van şahiyan dike.

Di vê çarçovê de li Amedê şahiyekê pêk hat, ji komeleyên rewşenbîrî ê ji cihana siyasetê gelek kes tevlî bûn.

Ji rêvebirên komelê Rifat Ronî behsa nakokiyên dewleta tirk yên derheqê kurdî de kir û got:

“Dewlet li aliyekê peyvên kurdî qedexe dike li aliyekî kurdî dixe nava dersên bijarte.

Em ji dewletê lutuf naxwazin, perwerdehiya kurdî mafê rewa yê gelê kurd e”.

Endamê Pena Kurd Mamoste Adil Qazî di hevpeyvîneke xwe de behsa girîngiya perwedehiya bi kurdî kir û wiha axivî:

“Rexne û gazinc bi tena serê xwe ne bes in, divê di her qadên jiyanê de em bi zimanê xwe biaxivîn.

Divê her malek me bibe dibistanek, her dayikeke me bibe mamosteyeke.”

HEFTEYA ZIMANÊ KURDÎ DESTPÊKIR
“GAVA ZIMANÊ KURDÎ BIBE FERMÎ HEBÛNA KURDAN JÎ TÊ QEBÛL KIRIN”

Xwediyê Weşanxaneya Nayê, Berfo Barî jî behsa girîngiya weşangeriya kurdî kir û got:

“Divê em bêtir berhemên kurdî biweşînin û bixin xizmeta cîwanan.

Gava astengiyên li pêşiya kurdî rabin, wê pêy re hebûna kurdan jî bê qebûlkirin.

Mamosteyê kurdî Tahsîn Tîmûr jî bang li malbatan kir ku tim bi zarokan re kurdî biaxivin û got:

“Qedexekirina zimanekî bêexlaqiya herî mezin e. Dewleta dagirker çi dike bila bike, wê nikaribe kurdî tune bike.”

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurd ya Stenbolê Eyyup Sûbaşi jî bal kişand ser giringiya parastina
zaravayên kurdî û got:

”Bingeha zimanê kurdî li ser zaravayan ava bûye. Dema zaravayek bimre, bingeh lawaz dibe.
Bi qasî kurmancî parastina zazakî û zaravayên din jî girîng e”

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî bibîrxist ku di parlementoya Tirkiyeyê de axaftina bi erebî û îngilîzî serbest e, lê ya bi kurdî qedexe ye û wiha axivî:

“Dema em bi kurdî diaxivin mîkrofonên me tên girtin. Nabêjin zimanê kurdî, dibêjin zimanekî nayê zanîn. Înkara kurdî, înkara hebûna kurdan e jî.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv