Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ulug: ‘Diziya PDK’ê hat belgekirin’

 

DIZIYA PDK’Ê HAT BELGEKIRIN
FELEMEZ ULUG / XWEBÛN

Li Iraqa ku bi salan e di nava aloziya siyasî de ye, li ser nerazîbûnên gel di cotmeha 2021’ê de hilbijartinên giştî ên pêşwext hate lidar xistin. Encama hilbijartinê krîza li welat kurtir kir…

Ji bo hibijartina serokomariyê partiyên siyasî namzetên xwe eşkere kirin. Li gorî peymanên di navbera YNK û PDK’ê de postê Serokomariya Iraqê mafê YNK’ê ye. Tevî vê lihevkirinê jî PDK bi piştevaniya hin hêzên herêmê ket nava hewldanên têkbirina vê peymanê. Xanedaniya Barzanî ev peyman tune hesiband û ji bo vê erkê xalê malbata Barzanî Hoşyar Zêbarî hat destnîşankirin…

Dihat payin ku 7’ê sibatê parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomariyê li hev bicive. Lê ji ber giliyên hin parlamenteran û nerazîbûnên partiyên siyasî yên der barê Hoşyar Zêbarî de, parlamento li hev neciviya. Civîn hat taloqkirin û Dadgeha Federal a Iraqê têkildarî giliyên li ser Hoşyar Zêbarî hatina kirin li hev civiya. Di encam de ji ber gendeliyên wî yên di dema wezîrtiya darayî de namzetiya Zêbarî hat betalkirin.

Bêguman ji ber dizî û gendeliyê betalkirina namzetiya Zêbarî ji bo xanedaniya malbata Barzanî jî darbeyek giran bû. Li Iraqê cara yekeme ku ji aliyê dadgehê ve diziya PDK’ê tê piştrastkirin. Ev biryara dadgehê ji bo lêpirsînên der barê nelirêtiyên PDK’ê de hatine vekirin xurtir kir.

Hêzên herêmî ji bo dewleta Tirk bi destê PDK’ê li Iraqê nebe xwedî bandor bi Dadgeha Fedaral hin hemle pêşxistin. Di gava ewil de berendamtiya Hoşyar Zêbarî hat betalkirin, pişt re jî peymanên PDK’ê yên der barê firotina petrolê de îmzekirine betal kirin. PDK’ê bi vê korbûna xwe ya siyasî ve hemû destkeftiyên başûrê Kurdistanê jî xist bin xeteriyeke mezin…

Bi van rûdanan diyare li Iraqê krîza ku welat ber bi hilbijartinê ve bir, wê hîn mezintir û kurtir bibe.

Xanedaniya PDK’ê bi hevalbendiya rejîma Erdogan re ji sala 2014’an û vir ve bi xetên boriyên petrolê çavkaniyên herêma Kurdistanê difiroşe Tirkiyeyê. Li gorî daneyan rojane 150 hezar warîl petrol dişîne platforma Ceyhanê ya li Tirkiyeyê. Di heman salê de Iraqê peymana ku di navbera PDK’ê û rejîma Erdogan de hatiye îmzekirin bir Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî. Hewlêr û Enqere piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê, niha jî ji biryara ku ji Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî derkeve ditirsin.

Bi biryara Dadgeha Federal a Iraqê derket holê ku bazirganiya enerjiyê ya rêvebiriya Hewlêrê û Enqereyê êdî îlegal e. Dewleta Tirk a ku bi riya PDK’ê bi rihetî çavkaniyên Kurdistanê talan dikir, piştî vê biryarê ket nava alarmê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv