“DEM DEMA AZADIYA JINÊ YE”
TJA’YÊ BERNAMEYA XWE YA 8’Ê ADARÊ EŞKERE KIR
Jinên kurd di 8’ê Adarê de ti astengiyan û zextan qebul nekin û vê rojê li qadan pêşwazî bikin.
Jin li dijî Kuştin, tecawîz, tacîz û polîtîkayên AKP-MHP’ê wê bêjin “Dem Dema Azadiya Jinê ye”.
Tevgera Jinên Azad-TJA li navçeya Sûr Amedê bernameya xwe 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê eşkere kir.
Parlementer û Rêveberên HDP’ê, Endam û rêveberên Komeleya Jinê ya Rosa û Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdar bûn.
Daxuyanî ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Neslîhan Acar ve hat xwendin.
BER BI 8’Ê ADARÊ VE
TJA: QIRKIRINA JINÊ, QIRKIRINA CIVAK Û JIYANÊ YE
Di daxuyaniyê de hat destnîşankir ku bi hêza wateya hebûna jinê, bi ruhê berxwedanî 8’ê Adarê pêşwazî dikin.
BER BI 8’Ê ADARÊ VE
TJA: MÊR-DEWLET KÛJERAN DIPARÊZE
Kuştina jinan û parastina Mêr-dewletê kujeran jî hat bibîrxistin û wiha hate gotin.
BER BI 8’Ê ADARÊ VE
TJA: WÊ POLÎTÎKAYÊN AKP-MHP’Ê VALA DERKEVIN
TJA di daxuyaniya xwe de yek bi yek polîtîkayên şerê Taybet yên dewleta tirk rêz kir.
BER BI 8’Ê ADARÊ VE
TJA: JI BO MESELA KURD MUXATAB BIRÊZ ABDULLAH OCALAN
TJA diyarkir ku çareseriya bi rêbazên demokratîk û aştiyan ya meseleya gelê kurd muxatab Bîrêz Abdullah Ocalan e.
TJA’yê di daxuyaniyê de ragihandin ku di 25’ê Sibatê de li Navçeya Kerboranê ya Mêrdînê yekem çalakiya 8ê Adarê ya Navendî were li dar xistin.
Di serî de Amedê, Batman, li Navçeya Silopya ya Şirnexê, Wan û Dêrsimê Mitîng pêk werin.