Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kenan Kirkaya: ‘MHP amadekariya muxalefetbûnê dike’

 

MHP AMADEKARIYA MUXALEFETBÛNÊ DIKE
KENAN KIRKAYA / YENÎ YAŞAM

Tifaqa ku bi şirîkatiya AKP/MHP’ê teşe girt, her ku mezinahiya xwe winda dike, bi dînamîkên civakê dileyîze. Bi gotina “Eger hewce bike em ê şehîd jî bibin” tehdîdên şerê navxweyî li hember kesên ku rastiyeke dîrokî ya weke Kurdistanê tînin ziman, sînyala xetereyên mezin derdixe holê didin.

Sedema van hemûyan jî ewe welat bi şewite jî îmtiyaza bidest xistine dewam bikin. Ji ber ku tifaqa desthilatê li ser berjewendiyan bûye, di nav yê tifaqê pêkanîne de her cûre hesaban jî di hewîne. Di demekê de ku AKP hesabê meşruiyeta xwe û windakirina piştgiriya civakê dike û ji bo vê siyaseta şer dimeşîne, MHP zêdetir mudaxeleyî qada desthilatê dike û hewl dide li gorî xwe teşe bike. Hêza ku wan bi hev ve girê dide windanekirina desthilatê û hesabnedayîna kiryarên heya îro ne. Mijarên wê kî li dadgeriyê, artêşê, perwerdehiyê û aboriyê hikim bike, di navbera herdu partiyan de wekî nakokiyeke ku nayê çareserkirin li holê maye.

Heya niha şirîkê mezin, her gotina şirîkê biçûk bicih anî, çi xwestin jî da. Wekî têkiliya berê ku bi cemaatê re danîbû. Lê belê desthilatdarî di xwezahiya xwe de têr nabe, her çi xwest bi cih hat jî nayê têrkirin; berovajî dibe sedema birçîbûneke hovane.

Ji ber vê yekê, her tehdîda ku şirêkên desthilatê li hemberî muxalefetê dikin, li hemberî hev jî tije peyam in. Bi tehdîda ku MHP di ser HDP’ê re li muxalefetê dike, di heman demê de peyamê dide şirîkê xwe jî. Bahçelî daxuyakirin; heya 2023’yan deriyê ku lênexin wê nemîne. Tenê bi îro sînordar nîne, ji ber rola dîrokî deriyê 80 ji sedî yê welat ji MHP’ê re girtî ye.

Di encamê de deriyê ku MHP herê û lêbide diyar in, ew jî deriyên AKP’yîyan e. Ya rast MHP dernakeve gera îknakirina hilbijêr; ferq kiriye ku wê nikaribe desthilatdariyê rizgar bike. Tenê bijarteyek dimîne; ew jî bijarteya birêxistinikirina zemîna nijadperestiya ku AKP bi MHP’ê re ketiye pêşbirkê ye.

MHP hesaban dike; ku di hilbijartineke pêşwexat a berî 2023’yan de piştî desthilatê winda bike wê bi navê AKP’ê partiyek nemîne. Şirîkatiya desthilatê derfetên mezin ji bo MHP’ê pêşkêş kir, lê piştgiya civakê û hêza wê qels kir. Hemû anket MHP’ê di bin benda hilbijartinê de nîan didin. Ev hemleya MHP’ê amadekariya ji bo piştî AKP’ê ye. Hewl dide bingeha AKP’ê birêxistin bike û bi vî awayî piştgiriya civakê ku winda kiriye careke din bidest bixe. Di dawiya rojê de akîbeta tifaqa AKP/MHP’ê, wê ji tifaqa AKP/Cemaatê cudatir nebe.

Bahçelî dema helwest diyar dike, hevokan çêdike, partiyên ku namzetên desthilatdariyê ne dike hedef. Ji niha ve roleke wê bibe muxalefeta sereke digire ser xwe. Di ferqê de ye ku wê nêzîkatiya pirsgirêka Kurd muxalefetê jî û desthilatê jî diyar bike. Wekî ku di hemû hilbijartinên berê de jî partiya çareseriyê diparast, dibe namzetê bi hêz yê desthilatdariyê. MHP, bi siyaseta dijî çareseriyê armanc dike ku li hemberî bloka desthilatdariyê hebûna xwe bidomîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv