Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: ‘Du mijar û du bertekên watedar’

 

DU MIJAR Û DU BERTEKÊN WATEDAR
AHMET AKTAŞ / WELAT

Ji van yek mijara bikaranîna gaz û çekên kîmyewî ye. Yê duyemîn mijara xiyaneta li Başûr e. Weke gelek mijarên wisa ku çawa yekser bi hev re têkildar in, bêgûman ev her du mijar jî pir têkildarên hev in. Her wiha bertek û helwesta dijberî van mijaran jî ewqas girêdayî hev in…

Bi giranî di van her du salên dawî de, ji ber lawazketina vê desthilatiyê ya li hember berxwedan û têkoşîna Tevgera Azadiyê û bi giştî ya gelê Kurdistanê, dest avêtiye bombebarana gaz û çekên kîmyewî.

Li dijî van bombebaranên gaz û çekên kîmyewî yên faşîzma AKP-MHP’ê, bertek û helwesta hêja, pêngava bi navê ‘Jibo Dîktator Were Darizandin 100 Sedem û 100 Hezar Îmze’ ku ji aliyê Tevgêra Jinên Kurd-Ewropayê TJK-E’yê ve, di 25’ê Mijdara 2020’î de hatibû destpêkirin e. Îsal jî şaxê heman tevgerê yê Swîsreyê, dewama vê pêngavê/kampanyayê, bi xurtî nûjen kiriye û dide meşandin.

Ji bo mijara duyemîn jî, dîsa di pêşengiya jinan de; Dayikên Aştiyê, li dijî hevkariyên dewleta AKP-MHP’ê û rêveberiya PDK’ê, bertek û helwestek bi rûmet dane destpêkirin. Erê bi taybetî ji bo ku cenazeyên Şehîdên Xelîfanê werbigirin, di 4’ê Cotmeha 2021’an de ev çalakiya girîng çêkirine û vaye mehek çêbû hîn jî dewam dike. Lê bi bingehîn ev helwest ji bo PDK’ê destê xwe ji vê hevkariya xiyanetê ya li gel dewleta faşîst a AKP-MHP’ê vekişîne dane destpêkirin û wisa diyar e heta bigihêjin armanca xwe dê bidomînin…

Li vir sermijara rojevê siyaset û helwesta PDK’ê ye. Helbet li başûrê Kurdistanê gelek partî û rêxistin hene û kêmek ji wan, di asta bilind de jî dibin hevparê gunehên PDK’ê. Ji ber ku gelek gazinc û rexne û bi piranî jî daxwazên neteweyî û kurdistanî ji PDK’ê re hatine kirin, bi zimanê herêmê mirov bêje ger; qasî dinyakê bang û daxwazên neteweyî/Kurdistanî jê re hatine kirin lê sed heyf û mixabin bersivek erênî û Kurdistanî û heta însanî jî nehatiye dayîn.

Li gorî tê dîtin, dîsa divê herkesê çi zanibin ji bo başî û qenciyê, her çi kevin dibin an nûjen dibin divê were bikaranîn û xebatindin. Lê wisa diyar e yekane çare; divê gelê Kurdistanê êşa laşê xwe bi destê xwe bixwirîne, paşê alîkariyê ji mirovahiya cîhanê bixwaze; mînakên wekî Brîtanya, Belçîka û hwd. pir bi nirx in.

Ev jî tê wateya, weke mînaka ku di van her du mijar û bertekan de hat dîtin, divê gelê Kurdistanê rêxistinbûyîna xwe xurtir bike, bi pêşengtiya jinan hem li welat û hem li derveyî welat, şêwazên çalakiyên xwe dewlementir bikin, yekitiya navxweyî berfirehtir bikin û heta desthilatdariyên van dagirkerên êdî dest bikaranîna kîmyewî jî kirine yên weke R.T.Erdogan û hevkarên wî hilneweşînin û serokên wan dernexin dadgehên weke Laheyê, ranewestin her cûreyên çalakiyên xwe nûjentir û bi hêztir bikin!

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv