Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fehîm Işik: ‘Entrîkayên qesrê!’

 

ENTRÎKAYÊN QESRÊ!
FEHÎM IŞIK / WELAT

Dema di sala 2010’an de Bihara Ereban destpê kir, nijadperestên oldar ên Tirk li ser hukum bûn. Di wan salan de bi siyaseta Kurahiya Stratejîk, ajandayên xwe yên weşartî diyar kirin. Dixwestin rê li Kemalîzmê bigirin, Kurdan li der dora xwe bicivînin û li Rojhilata Navîn bi siyaseta Osmaniya Nû hukumraniyek berfireh damezirînin.

Aloziya li Sûriyeyê ji xwe re wekî derfet hesibandin. Wisa ji xwe bawerbûn ku ew ê di heyamek kin de bikaribin li Şamê li Mizgefta Selahadînê Eyubî nimêja sibê bikin. Ji bo vê ji bakurê Afrîkayê çeteyan kişandin Sûriyeyê. Bi sedan qamyon çek şandin ji çeteyan re. Wan perwerde kirin. Lê bi ser neketin. Kurdên Rojava û berxwederên bakurê Kurdistanê rê nedan çeteyên nijadperestên Tirk ên oldar.

Ji bo bikaribin rê li siyaseta xwe vekin, “pêvajoya çareserî”yê dan destpêkirin. Hesabê xwe ewil li ser Rojava kirin. Lê dîsa bi ser neketin. Tevgera Kurd pêşî li wan venekir. Ev bû sedem, ku di sala 2015’an de li dijî Kurdan carekî din şer bidin destpêkirin û bi hemû rê û rêbazan dest bi kuştin û qetlîaman kirin.

Çawa di lîstikên “pêvajoya çareserî”yê de bi ser neket, di şerê li dijî kurdan de jî bi ser neket. Ev yek entrîkayên qesrê zêdetir eşkere kir. Ji nişkavê hemû kes pê hesiyan ku Erdogan nexweş e û li ber mirinê ye. Demekî şirîkê wî yê faşîst Devlet Bahçelî jî ketibû heman halî.

Erdogan nexweş e, ne nexweş e li alîkî. Wê bimire yan bimîne jî ne derd e. Derd ew e ku tiştên tên jiyîn, ne tiştên xwezayî ne. Her wiha em bi qenaatekî mezin dikarin bêjin ku hemû tiştên tên jiyîn, ji ber entrîkayên qesrê ne. Şer her ku dirêj bû lawaziya wan derket holê û bi serneketin. Ev car destpêkirin binê hev kolan.

Berê Suleyman Soylu û Berat Albayrak ê zava dest bi şerê hev kirin. Suleyman ê “sigortacî” bi ser ket. Lê zava paşvenekişiya, şerê xwe ji binî ve domand û didomîne. Erdogan her çû zêdetir lawaz bû. Der dora wî qefaltin. Êdî wisa lê hat ku nikare du gavan biavêje. Şirîkê wî jî nikare du peyvan li hev vegerîne. Dev û lêvê wî bi hev dikeve.

Yek ji van ne tiştên xwezayî ne. Êdî hevdu jarî dikin çi dikin, em nizanin, lê em zanin tiştên bi serê Ecevît anîn niha jî bi serê Erdogan û Bahçelî tînin. Faîl jî gelek in. Êdî ji her derê qesrê entrîka dizê.

Belkî hinek kes wisa difikirin ku ew ji ber dengeyên navxweyî bi hev ketine û lîstikan bi hev dikin. Na, ne wisa ye. Ji ber ku di şerê li dijî Kurdan de bi ser neketin, bi hev ketine. Hevketina wan jî bi lîstikan xwe dide der.

Niha aqlêkî din di dewrê de ye. Wisa hesab dikin ku ew ê bêyî ku tişt bi nîzama wan were, ew ê bikaribin derbasî heyamek din bibin. Lê divê ew jî baş bizanibin yên dawî li van lîstikvanan bîne ne entrikayên wan in. Yên dawiya wan tîne, hest û berxwedana Kurdan e. Eger ji vê ders negirin, ew ê dawiya Kemalîstên niha ku carekî din xwe amadeyî hukumraniyê dikin, ji Erdogan cûdatir nebe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv