Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Wê hesretên cangoriyên qetlîama Sirûcê pêk werin

 

HEVSEROKATIYA KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê
WÊ HESRETÊN CANGORIYÊN QETLÎAMA SIRÛCÊ PÊK WERIN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya ji ber salvegera komkujiya Pirsûsê de bal kişand ser rola hevkairya MÎT û DAIŞ’ê.

KCK’ê anî ziman ku bi bombaeyan kuştina 33 ciwanan qerektera mêtinger a dewleta Tirk radixe ber çavan û got:

Ev êriş û komkujî, li dijî berxwedana Kobanê bû. Bi êrişê rihê xwedî-derketina şoreşa Rojava hedef hate girtin. MÎT û DAIŞ bi hev re komkujî pêk anî. Xwestin têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê, hilgirin.

KCK’ê 33 şehîdên komkujiyê wekî rêwiyan xeyalan bi nav kirin û wiha dewam kir:

33 rêwiyên xeyalan di heman demê de li hemberî êrişên li ser her çar parçeyên Kurdistanê yên bi Lozanê re hatibû destpêkirin, helwesta xwe nîşan dane.

Qetlîama 20’ê Tîrmehê ya Pirsûsê û Qetlîama Gara Enqereyê ya di 10’ê Cotmehê de li hemberî feraseta ku dixwaze gelan û civakan parçe bike, bûye sembolên ku welat û gelan dike yek.

20’ê Tîrmehê û 10’ê Cotmehê bûne rojên herî zelal ku feraseta Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad derketiye holê.

KCK’ê anî ziman ku wê gelên Tirkiyeyê daxwaza rêwiyên xeyalan bi Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk tacîdar bikin û got:

Wê 33 rêwiyên li Pirsûsê tu carî neyên jibîrkirin.

Gelê Rojava û şoreşgerên wê, ew ê van rêwiyên xeyalan ji bîr nekin, wê hesretên wan bi parastina her cure ya Rojava pêk bînin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv