Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Koordînasyona Kongra Star: Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê hat naskirin

 

KOORDÎNASYONA KONGRA STAR:
ŞOREŞA ROJAVA BI ŞOREŞA JINÊ HAT NASKIRIN

Koordînasyona Kongreya Star bi rasthatina 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da.

Kongra Star hemû şehîdên tekoşîna azadiyê bi bîranî û balkişand ser rola jinan ya di şoreşê de

Jin di qada leşkerî, siyasî, aborî, çandî û civakî de pêşeng bû.

Ji ber wê yekê Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê hate naskirin. Jinan rengekî cuda da şoreşê.

Ruxmî hemû kiriyarên hovane jî, îradeya jinan zêde dibe.

Kongra Star di daxuyaiya xwe de anî ziman ku şoreşa Rojava bûye şoreşa gelan û got.

Hemû netew û pêkhateyên li Rojava û Bakurê Sûriyê bi awayekî demokratîk û bi baweriyeke pir mezin karibû cihê xwe di nava sîstema rêveberiyê de bigrin.

Gelan di salên şoreşê de gel karîbû azadiya xwe bi dest bixe û fikr û rêxistina xwe li ser astên bilind pêk bîne.

FERMANDARIYA YPJ’Ê:
19’Ê TIRMEHÊ BÛ SEMBOLA GELAN

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê jî daxuyaniyek da.

YPJ’ê balkişand ser pergala xwe rêvebirinê û got.

Şoreşa Rojava şênberiya keda 20 salan a Rêber Apo y a li xaka Rojava ye.

Gel bi îradeya xwe, bi paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk derbasî sîstema konfederalîst demokratîk bû û rêveberiya xwe afirand.

Jinên Kurd ên ku pêşengî ji şoreşê re kirin, bandor li jin û ciwanên herêmê kirin.

YPJ’ê di dawiya daxuyaniya xwe de got: Em sozdidin ku emê destkeftiyê şoreşa 19’ê Tirmehê biparêzin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv