Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Gerîlayan bi çekên giran li dagirkeran dan

 

BAZÊN ZAGROSÊ Û CENGA XABÛRÊ
HPG: GERÎLAYAN BI ÇEKÊN GIRAN LI DAGIRKERAN DAN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG”ê bi daxuyaniyekê agahiyên dawî têkildarî çalakî û şerê li herêmê par ve kirin.

HPG”ê ragihand, ku gerîlayan bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê li Avaşînê li artêşa dewleta Tirk a dagirker dane.

18’ê Tîrmehê gerîlayan bi çekên giran dagirkerên li ser Girê Silêman û çeperên wan kirin hedef.

Heman rojê bi şev artêşa Tirk gazên bi jahr û teqemeniyan êrişî tunel û çeperên şer ên li qada Werxelê kir.

Dîsa jî ti encam bi dest nexist.

19’ê Tîrmehê dagirkerên 2 caran xwestin nêzî çeperên şer ên li Girê Sor bibin, bûn hedefa gerîlayan.

Hêzên gerîla ji nêz ve her du caran li wan dan û dagirker vekişiyan.

HPG’ê ragihand, ku gerîlayan bi Cenga Xabûrê jî li Heftanîn û Metînayê çalakî kirine.

17’ê Tîrmehê hêzên gerîla dagirkerên li Girê Dûpişk ê Heftanînê bi çekên giran kirin hedef.

18’ê Tîrmehê jî artêşa Tirk gundên Kêste û Hirorê yên herêma Metîna bi helîkopteran bombe kirin.

18 û 19’ê Tîrmehê qadên Çemço û Sîda yên Zapê jî bi balfirên şer hatin bombekirin.

HPG’ê diyar kir, ku di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebûye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv