Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KCK: Rêber Apo hîmê şoreşê beriya 20 salan danî

 

SALVEGERA 9’AN A ŞOREŞA ROJAVA
KCK: RÊBER APO HÎMÊ ŞOREŞÊ BERIYA 20 SALAN DANÎ

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi rasthatina salvegera 9’an a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da.

KCK’ê şervan û fermandarên di pêkanîna vê şoreşê de şehîd bûn bi bîr anîn û ji gaziyên wê re jî serketin xwest.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku Rêber Apo beriya 20 salan bingeha Şoreşa Rojava danî ye.

Bi hezaran keç û xortên Rojavayî ji aliyê Rêber Apo ve hatin perwerdekirin.

Ew bûn fermandar û şervanên têkoşîna azadiya Kurdistanê.

Ev Şoreş ji aliyê Rêber Apo, şehîdên me û xelkê Rojavayê Kurdistanê ve hat afirandin.

Ev şoreşa ku Rêber Apo hîmê wê daniye, di heman demê de şoreşeke, paradîgmaya demokratik, ekolojîk, azadiya jinê ye.

SALVEGERA 9’AN A ŞOREŞA ROJAVA
KCK: DEWLETÊN JI DAIŞ’Ê ZIRAR DÎTIN DI ÊRIŞA DAGIRKERIYA TIRK DE XWE BÊDENG KIRIN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir, ku ji çar aliyên cîhanê gelan berê xwe dane vê şoreşê tê de şehîd bûne.

Her wiha ev şoreş, weke Şoreşa pêşî ya Jinê jî pênase kir.

Di daxuyaniyê de bi berfirehî têkoşîn û berxwedana li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê û têkbirina wê hat destnîşankirin.

Zêdetirî 10 hezar şervan di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de şehîd bûn.

Wan xwîna xwe ji bo tevahiya mirovahiyê rijandin.

Gel xwedî li vê şoreşê derketin û li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabûn.

Lê Amerîka, Ingilistan, Fransa, Almanya û gelek dewletên ji DAIŞ’ê zirar dîtî, li dijî vê dagirkeriyê bêdeng man.

Bi vê yekê sekna herî bêexlaqî ya dîroka mirivahiyê xwe da der.

SALVEGERA 9’AN A ŞOREŞA ROJAVA
KCK: HÊ JÎ DAIŞ Û DEWLETA TIRK LI DIJÎ ROJAVA GEFEK IN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser gefên li ser Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Di serî de hê jî DAIŞ û hevkara wê ya herî mezin dewleta Tirk, gelek hêz Şoreşa Rojava û pergala demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûrî tehdît dikin.

Ji ber vê yekê parastina vê şoreşê, erkeke lezgîn e.

Divê tevahiya mirovahiyê vê şoreşê biparêz e.

Divê her qada jiyanê xwe li gorî parastina vê şoreşê birêxistin bike û saz bike.

Hingî wê ti hêz nikaribe vî gelê ku xwe li gorî parastina şoreşê birêxistin kiriye têk bibe.

SALVEGERA 9’AN A ŞOREŞA ROJAVA
KCK: BI SAYA AZADÎXWAZIYA JINÊ ŞOREŞÊ XWE GIHAND SALA 10’AN

Heke vê şoreşê xwe gihandî ye sala 10’an ev bi saya karakterê wê yê azadîxwaziya jinê ya demokratîk e.

Di daxuyaniya KCK’ê de hat destnîşankirin, ku Şoreşa Rojava ji tevahiya gelên bindest re bûye roniyek.

Vê şoreşê rengê tevahiya Rojhilata Navîn guhert.

Bi saya wê di nava tevahiya civakan de veguherîn pêk tê.

Wê di demeke ne dirêj de Rojhilata Navîn bigihîje karakterê demokratîk.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv