Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê bi şahiyan hat pîrozkirin

 

ŞOREŞA 19’Ê TIRMEHÊ
LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BI ŞAHIYAN HAT PÎROZKIRIN

Ji salvegera 9’an a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tirmehê re du roj man.

Dîsa jî ji niha ve bi şahiyan li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûrî tê pîrozkirin.

Ev der herêma Efrînê gundê Til Sosin ê navçeya Şehbayê Ehdasê ye.

Şahî bi dirûşma “Bi rihê 19`ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serketinê misoger bikin” hat lidarxistin.

Bi hezaran şêniyên Efrînê beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Li vir Hevseroka Meclîsa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo û Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Elîf Şêx Mihemed axivîn û wiha gotin:

Şoreşa Rojava bi pêşengiya jina têkoşer û ciwanên şoreşger pêk hat û ev jî wê di sedsala 21’ê de bibe meşaleya hêvî û azadîyê.

Komên çand û hunerê jî beşdarî şahiyê bûn.

Efrîniyan heta derengiya rojê bi gerandina govendê salvegera şoreşê pîroz kirin.

Ev der jî şahiya bajarê Helebê ye.

Bi sedan şeniyên herême li baxçeyê Îstîqamê yê li taxa Eşrefiyê civiyan.

Beşdaran li vir jî got: şoreşa 19`ê Tîrmehê tovê zayîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Piştî axaftinan şahî bi stran û govendên Folklorîk heta derengiya rojê dewam kir.

Salvegera Şoreşa Rojava li Tirbespiyê û Çilaxa jî bi şahiyan hat pîrozkirin.

Bi dehan şeniyên Tirbespîyê li qada Azadiyê ya navçeyê kom bûn,

Û bi şiyara “Bi rihê Şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serketinê misoger bikin” salvegera şoreşê pîroz kirin.

Bi heman armancê li Çilaxa jî şahiyek pêk hat.

Bi dehan şêniyên Kurd, Ereb û Suryan beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Meclîsa Dirbêsiyê jî bi şahiyekê şoreşa 19’ê Tirmehê pîroz kir.

Şahî bi tevlîbûna sedan kesî li garaja navçeyê pêk hat.

Li vir jî li ser navê Rêveberiya Xweser Zeyneb Murad axivî û got, şoreşa 19’ê Tîrmehê berhema Berxwedana 14’ê Tîrmehê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv