Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Gerîla rê neda dagirker bikevin tunelên şer

 

ŞERÊ GERÎLA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
HPG: GERÎLA RÊ NEDA DAGIRKER BIKEVIN TUNELÊN ŞER

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê rewşa dawî ya şerê li Zap û Avaşînê bi daxuyaniyekê eşekre kir.

HPG’ê diyar kir, ku gerîla li her du herêman jî bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê radibin.

Agahiyên HPG’ê dayî wiha ne;

17’ê Tîrmehê artêşa Tirk xwest li ser dora Cîloya Biçûk a Zapê bi cih bibe û çeperan çêke.

Gerîlayan bi çekên giran li dagirkeran dan.

Li ser çalakiya hêzên gerîla, dagirkeran çêkirina çeperan rawestandin.

16’ê Tîrmehê artêşa Tirk xwest bikeve tunelên şer ên li Girê Sor ê Avaşînê.

Gerîlayan ji nêz ve lê dan û dagirker qedemeyekê vekişiyan.

Heman rojê dagirkeran xwest teqemeniyan li tunelên şer bi cih bikin.

Gerîlayan mudaxale kir, qismek ji teqemeniyan îmha kir û yên mayî jî desteser kirin.

Dîsa 16’ê Tîrmehê artêşa Tirk bi teqemeniyan êrişî tunelên şer ên li qada Werxelê kir.

HPG’ê her wiha ragihand, ku balafirên şer û helîkopteran, qada Stûna ya Avaşînê, qadên Herfa T, Sîda û Cîloya Biçûk ên Zapê bombe kirin.

Di êrişên 16 û 17’ê Tîrmehê de ti zirar li hêzên gerîla nebû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv